Haşîmî: Ji Iraqê re serokwezîrekî nû lazim e
Haşîmî: Ji Iraqê re serokwezîrekî nû lazim e
Cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşîmî ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve biryara girtinê heye, diyar kir ku ji Iraqê re serokwezîrekî nû lazim e, şîyî ne pirsgirêkin, Malîkî pirsgirêke.
Tariq Haşîmîyê ku li Iraqê, bi hinceta “destek daye terorê,” derheqê wî de biryara girtinê hatibû girtin, ji rojnameya Tarafê Tugba Tekerek re axifî.
Cîgirê serokomarê Iraqê Haşîmî, piştî ji Iraqê derketî çûbû Herêma Kurdistanê û dewletên Kendavê û dûra jî çû Tirkiyê ku meheke li Stenbola Tirkiyeyê ye.
Tariq Haşîmî, bi taybet li ser serokwezîrê Iraqê Malîkî disekine û dibêje ku, îro li Iraqê pirsgirêk ne Şîyî ne, Malîkî bixwe ye. Pêwiste pirsgirêka Malîkî bê çareserkirin û êdî şerte ku Iraq bibe xwedan serokwezîrek nû.
Darizandina Haşîmî li Bexdayê bi rûniştina ewil 3ê gulanê wê dest pê bike. Haşîmî diyar dike ku ti teblîxat pê re nehatine û ew ji çapemeniyê haydar dibe.