Polîtîk
Baweriya min bi yekîtiya axa Iraqê nemaye
Serokê Partiya Tevgera Demokrat a Turkmanan li Kurdistanê Kerxî Altî Birmax ragihand ku hêviya pêkvejiyan û yekperçeya axa Iraqê nemaye û divê gelê wê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Kerxî Altî Birmaxdi daxuyaniyek ya xwe de got:“Baweriya min bi yekîtiya axa Iraqê nemaye û niha Kurdistan li hêviya referandumê ye, ji ber ku ti pêwendiya wê bi Bexdayê re nemaye û ji mafê gelê Kurdistanê ye ku bibe xwedî dewlet.” Birmax wiha got: “Kurdan hêvî dikirin ku demokrasî vegere hemû Iraqê û hikûmeta Iraqê bi yek çavî li hemû welatiyan binere û her ked bigihê mafê xwe, herwiha kesên ku zilm dîtine bên qerebûkirin. Bûyerên vê dawiyê yên Iraqê ji me re piştrast dikin ku Iraq careke din nabe welatek ji me hemûyan re.”