Polîtîk

Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe, piştî referandumê serxwebûne

Piştî civîna PDK û YNKê di serokatiya Barzanî de encam dayî, bayê serxwebûnê li Kurdistanê geştir bûye.Di civînê de komiteyek hevbeş ya herdu partiya hate avakirin û li gel aliyên din yê Kurdistanî havdîtina dikin. Di van hevdîtinan de partiyên Kurd di derbarê referendum û serxwebûna Kurdistanê de dîtinên xwe bi zelalî eşkere dikin.Ji aliyek din, ev yek baweriyek xelkê Kurdistanê re jî peydakiriye dê demek nêzik welatek serbixwe de jiyana xwe berdewam bikin.Dixweyê piştî referandumê demek nêzik serxwebûn tê ragihandin. Piraniya pisporên siyasî dibêjin ku sala 2017ê kurd serxwebûna xwe li Başûrê Kurdistanê radigihînin. Bê guman dema ev yek tê gotin helwesta dewletên cîran û herweha helwesta welatên din jî ber bi çav tê girtin.Di referandumê de dengên erê  derkevin, serxebûn yan di cih de piştî referandumê , yan jî demek nêzîk serxwebûn tê ragihandin.

Back to top button