Barzanî:Parastina jiyana mesîhiyan erkê me ye
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel konsolosên giştî, berpirsê nivîsîngehan, nûnerên welatên erebî, îslamî û biyanî û rêxistinên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de, Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derveyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo vê civînê spasî serok Barzanî kir û behsa giringiya hebûna nûnerayetiya hejmarek ji welatên erebî, îslamî û biyanî kir û balkişand li ser wê yekê ku hinek welatên din amadehiya xwe nîşandane ku konsolxane û nivîsîngehên xwe li herêma Kurdistanê vekin. Mistefa ev yek jî ji bo serkirdayetiya hekîmaneya serok Barzanî û hebûna aramiyê di her du warên siyasî û ewlehiyê de ve vegerand û tekez li hewlên berdewam yên fermangeha pêwendiyên derveyên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û berfirehkirina pêwendiyan û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo wan welatan ku dixwazin pêwendiyeke raste rast bi herêma Kurdistanê ve hebe.
Paşê Vakîv Garayêv konsolosê giştiyê Rusiya bi navê beşdarbûyan, ji bo vê civînê spasî serok Barzanî kir û destpêşxeriya rêzdarî jî di proseya siyasiya Iraqê da bi destpêşxeriyeke wêrekî û bi pêngaveke bingehîn li qelem da ku îro hikûmeteke hevbeşa nîştimanî pêkhatiye û ji bo bicîhanîna armanc û wan hêviyan, hêviya serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwest.
Serok Barzanî, li gel bi xêrhatina amadebûyan, pîrozbahiya sala nû ya zayînî li mêvanan kir û gelê wan pîroz kir û ji bo wan hêviya saleke pir bi xweşî xwest û balkişand li ser wê yekê ku ewlehî û asayîş heta radeyeke baş li herêma Kurdistanê de pêkhatiye û ev rewşa ku liherêma Kurdistanê jî heye ji bo hemû Iraqê dikarê bibe pirek.
Serok Barzanî got:
– Li Kurdistanê baweriya me bi demokrasiyê heye û hemû pêkhat jî bi azadiyî dijîn, raste em û opozîsyon li destpêka proseya demokrasiyêne, lê belê me pêngaveke baş di van waran da avêtiye.
Serok Barzanî dûpat jî kir ku ew şandeya bi serokayetiya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê di danşstandinên bi berpirsên hikûmeta Îraqê re gihiştiye encameke baş û rêkkeftineke baş jî di navbera wezareta samanên siruştiyên herêma Kurdistanê û wezareta neftê a hikûmeta federal hatiye îmza kirin ku ev jî ji bo çareserkirina pirsên helawestiyên din pêngaveke erênî ye.
Barzanî got:
– Herêma Kurdistanê bi destûra Iraqe û ew rêkkeftinên ku hatine îmza kirin girêdayî ye û gelê Kurdistanê jî li gel Iraqê yekgirtîne, lê belê îraqeke federal û demokrat. Ez, bi pêşveçûna pêwendiyên Iraq û herêma Kurdistanê di gel van welatan de jî xweşhalim.
Sebaret bi rewşa ewlehiya Iraqê jî, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku piştî wan rûdawên vê dawiyê yên li Kerbela, Selahedîn û Diyalayê hê jî arîşên ewlehiyê mane û ragihand ku divê parastina ewlehiya hemwelatiyan ji ewlewiyata hikûmeta nû be.
Herwesa serokê Kurdistanê behsa wan êrîşên terorîstî yên dijî hevwelatiyên mesîhiyên Iraqê dihêne encam kir û dûpatkir ku terorîst bi bê cûdahiya di navbera ol û mezheb û netewe kiryarên terorîstî encam didin û erkê ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê jî ye parêzgeriyê li jiyana mesîhiyan bike. ”Lê belê di vî warî de herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştevaniya hemû welatên cîhanê heye. Ji ber ku hejmara wan kesên ku dihêne Kurdistanê gelek zêdeye û hikûmet bi tenê nikarê pêdawîstiyên wê hejmara mezin dabîn bike.”