Barzani:Hewlêr û Bexda ji bo Mûsilê lihevkirin
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di derbarê operasyona Musil û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de daxûyaniyek ji bo Raya Giûtî ragihand.Daxûyaniya serokê Kurdistanê:Bi navê xwedayê mezin û dilovanEv demeke dirêje li ragihandin û navendên siyasiyên navxweyî û derveyî behsa amadekariyên operasyona azadkirina Musilê tê kirin û têkşikandina Da’îş û azadkirina Musilê jî ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.Bi pêwîstî dizanim li vî derbarî de bi hemû aliyek ragihînim ku amadekariyên tevahî ya destpêka operasyona azadkirina Musil hatiye kirin û li vê çarçêweyê da jî rêkkeftin li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê da hatiye kirin. Li vê rêkkeftinê da jî çawayiya operasyonê û kar û erkê serbazî ya hemû hêz û yekîneyên beşdarbûyên operasyonê bi hurî hatine diyar kirin û pabendbûna tevahî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi cîhkirina rêkkeftinê de dûpat dikîn. Hemahengiyeke tevahî li navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê heye û hemû hewlek jî didin ku pêkve nehêlîn hîç rûdaneke nexwastî bê pêş.Her wiha Hewlêr û Bexda li ser ewe rêkkeftine ku komîteyekî bilinda siyasî û hevbeş bê pêkanîn ji bo kontrol û serpereştîkirina rewş û pêşhatên li piştî azadkirina Musilê.Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Musil bi serkeftî bê encamdan û nîştecihên bajarê Musilê jî ji zulma terorîstên Da’îş rizgar bibin û xelkê koçberên Musil û parêzgeha Nînowa bi bexteweriyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.Mesûd Barzanî15.10.2016