Polîtîk

Barzanî: Yekîtiya xwe ava bikin

 

Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî, bi daxuyaniyeke xwe bala Kurdên Rojava kişand û banga wan kir ku di nav xwe de yekîtiya xwe ava bikin.  Serokê Kurdistanê Barzanî, bi rêya malbera hikumeta Kurdistanê a fermî daxuyaniya xwe da. Di daxuyaniya xwe a wek hişyarkirina Kurdên Rojava de Barzanî diyar kir ku, bila dûra şewata lihevnekirinê bisekinin. Tê zanîn di meha Tirmeha 2012 an de Serok Barzanî hemû rayedar û partiyên Kurdên li Rojava koma ser hev kiribûn û di bin serokatiya wî de Desteya Bilind a Kurdî li Rojava hatibû avakirin. 

Di daxuyaniyê li ser malpera hikumeta Kurdistanê de Serok Barzanî, di mijara pevçûnên di navbera PYD û Artêşa Azad a Suriyê de jî gotin kirin. Barzanî, ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê û Artêşa Azad a Suriyê daxwaz kir ku, êsîrên ku her du aliya di destên xwe de girtine bila tavilê serbest berdin. 

 

 

Back to top button