CîhanPolîtîk

Barzanî û Novak civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşev bi Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê û berpirsên şîrketa Gazprum Neft a Rûsyayê re civiya.Îşev berî demekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Rûsya Alexander Novak li bajarê Saint Petersburgê bi hev re dest bi hevdîtinê kirin.Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Alexander Novak de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û berpirsên şîrketa Gazprum Neft a Rûsyayê beşdar bûne.Berpirsên Gazprum Neft a Rûsyayê îro nîvro saet 14:00ê jî bi şanda Herêma Kurdistanê re civiyabûn.Duh çarşembî şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo beşdarbûn di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê de gihîşt Rûsyayê.Di şandeya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (Enerjî) Aşît Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî cih digirin.Şanda Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê ya Cîhanî serdana Rûsyayê kiriye. Di wê korbenda aborî de, şandên 130 welatan û 12 hezar kes di korbenda îsal a Saint Petersburgê de beşdar bibin.Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê ya Cîhanî bo yekemîn car di sala 1997ê de hat sazkirin û ji wê sale ve salane tê lidarxistin.

Back to top button