Cîhan

Barzanî û Erdogan civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan li Enqere paytextê Tirkiye civîyan.

Li gora daxuyaniya hukumeta Kurdistanê, di vê hevdîtinê de ji aliyê hukumeta Kurdistanêve Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizey amadebûn.

Ji aliyê hukumeta Tirkiyeve Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê Taner Yildiz û şêwêrmendê Wezîrê Derve Sînîrlî Oglo û hejmarek berpirsên din ji aliyê Tikriyê ve amadebûn. Di navbeera herdu heyetan debehsa pirsên navbera herdu welatan de hate kirin. Biryar hate dayîn ku bazirganiya di navbera herdu welatan de berfirehtir bibe.

Behsa nakokiyên navbera Bexda û Hewlêr jî hate kirin.

Neçîrvan barzanî ji bo serkevtina Erdogan ya hilbijartinan pêrozbahî lê kir.

Back to top button