Polîtîk

Barzanî peyamek ji bo Kurdên Rojava şand

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên me yên ezîzên li Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê li pêvajoyeke taybet û hestiyar de dijî. Heviyeke mezin heye gelê me bi vî awayî li beşa Kurdistanê de bi parastina yekrêzî û yekdengiya mafan mîsoger bike. Bi destanîna mafên neteweyiyan pêwîstî bi wê yekê heye gedeyên gelê me bi berdewamî li ser axa Rojava bimînin.

Daxwaz ji xuşk û birayên xwe dikim ku hê jî li Rojavayê Kurdistanê de nîştecîhin êdî axa xwe bi cîh nehêlin û vala nekin. Çolbûna Rojavayê Kurdistanê li berjewendiya neyarên gelê Kurde û mafên rewayên gelê me dixe bin metirsiyê. Ew ezîzên navçeyên wan ketiye ber êrîşan û şer têda heye eve Herêma Kurdistanê mala wane û ji bo himbêzkirina wan Herêma Kurdistanê amadeye, lê belê pêwîste ew Kurdên li navçeyên şer û pêkdadanê dûrin, her li ser axa bav û bapîrên xwe bimînin û eve jî bi hemû şiyan û îmkaniyeta Herêma Kurdistanê li rûyê dabînkirina pêdiviyên jiyanê, li xizmeta wan dayîn û yarmetiyan wan dikin. 

Birayê we

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22.08.2013

Back to top button