Polîtîk

Barzanî peyamek ji bo Êzîdiyan şand

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xweşhalim ku bi helkefta cejna rojî ya Êzîdiyan da serkeftina mezina Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê bi diyarî pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdî dikin û eve hêjatirîn pîrozbahiye ku li wan dikin.

Destpêkirina operasyona rizgarkirina devera Şengalê li roja alaya Kurdistanê û gihîştina Pêşmerge bi çiyayê Şengalê li 18.12.2014 wateya xwe heye. Bila hemû dijmin û nehez bizanin eger carek ji bo wan birexsê kîna xwe beranber Kurd û Kurdistanê derbikin, li dawiyê de baca tawanên xwe didin û divê terorîstên Da’îş ji bo hemû dijminan bibin pend û ders.

Hêvîdarim bi yekgihîştina vê serkeftina mezin û cejna rojî ya xuşk û birayên Êzîdî bibê sedema kevandin û sarêjbûna birîna me û wan ezîzan û gelê Kurdistanê jî li wê yekê dilniya dikin ku serê dijminan dikevê jêr piyan.

Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên herdem zîndî. Du’aya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran û dest û çavê hemû Pêşmergeyên qehremanan maç dikim ku ez dizanim çi qehremaniyekî mezin tomar kirine.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19.12.2014

Back to top button