Polîtîk

Barzanî: Peyama Kongreyê peyama aşitî û pêkvejiyanê ye

Îro yekşemiyê 25.08.2013ê li Selahedîn, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Janet Sêpin balyoza nû ya welatê Holendayê li Iraqa Federal kir.

Di hevdîtinê de, balyoza Holendayê ku,  piştî destbikarbûna wê weke balyoza nû ya Holendayê li Iraqê, cara yekeme serdana herêma Kurdistanê dike, spas û xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtina bi serok Barzanî re diyar kir û balkişand li ser wê yekê ku, li meha îlonê de wezîrê derveyê Holendayê, bi mebesta zêdetir berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de, dê serdana herêma Kurdistanê bike.

Janêt Sêpin li hember pêşketinên herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe nîşan da û destxweşî li awayê serkirdayetîkirina serok Barzanî kir ku, herêma Kurdistanê gihandiye vê qonaxê aramî û geşbûnê û amadehiya welatê xwe jî ji bo geşkirina peywendiyên her dû welatan di warên cûda de, siyasî, aborî û çandî  ragihand.

Balyoza Holendayê li ser mêvandarîkirina wê hejmara mezina penaberên Sûriye ku hatine herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe bi Serok Barzanî gihand.

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina balyoza Holendayê,  hêvî xwest ku ew peywendiyên di navbera Kurdistan û Holendayê  de heye zêdetir geş bibe û daxwaz jî kir ku, bi taybetî di warê çandinê de herêma Kurdistanê sûd ji ezmûna Holendayê werbigre.

Di derbarê pirsa penaberên Sûriye û bi taybetî rojavayê Kurdistanê serok Barzanî got: 

– Yarmetîdana penaberan bi erkekî mirovî û neteweyî dizanîn û gel û hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan didin.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku herêma Kurdistanê dixwaze ew welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li bereyên şer dûrin li ser mal û warên xwe de bimînin û herêma Kurdistanê hemû cûre yarmetiyekî pêşkeşî wan dike. Serok Barzanî gileyî li civaka navdewletî kir ku hê jî li gor cihên din wekî pêwîst nêzîkî daxwazî û pêdiviyên wan penaberan nebûne ku li Herêma Kurdistanê de nîştecîhin.

Kongreya Neteweyî ya Kurd û armancên wê mijareke dinê hevdîtinê bû û têda serok Barzanî peyama wê kongreyê ji bo balyoza Holendayê şîrove kir û got:

– Peyama serekî ya kongreyê yekxistina gotara kurdî û tekezkirine li ser wê yekê ku gelê Kurd mafê xwe heye daxwaza mafên xwe bike û dixwaze peyama aştî û pêkvejiyanê ji bo gelên tirk, faris û ereb re bişîne. Her wiha peyama Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo cîhana derve peyama dûrketina ji ûidetê ye û tekîd kirin li ser xebata aştiyane û hemdemiyane û li ber girtina awayê demokratiyane ye.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de hilbijartinên herêma Kurdistan û pêvajoya Sûriye û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê hate nirxandin.


Back to top button