Polîtîk

Barzanî pêşwazî li fermandarê hêzên Amerîkayê kir

Îro duşemiyê 06.09.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li general Luîd Austin fermandarê nû yê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û James Jeffry balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Kerîm Şingalî wezîrê navxwe , ferîqê yekem Emer Osman û hejmarek ji berpirsên leşkerî amade bûn, serok Barzanî xweşhaliya xwe bi wê yekê diyar kir ku dostekî wekî general Austin cihê dostekî wekî general Oderno û dostekî wekî James Jeffry jî cihê dostekî wekî Cristopher Hell girtiye û hêvî xwest ku Fermandarê nû yê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê di erkên xwe da serkeftî be.

Herwesa serok Barzanî gor ku ew hêvîdare ku generalê nû rola xwe di bihêzkirina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê da bilîze û Barzanî amadehiya xwe jî ji bo pêşkeşkirina alîkariyê nîşan de û got:
–  Me her du alîyan xebateke xwe ya hevbeş li dijî dîktatoriyê û terorîstan heye û ew qurbaniyên Amerîkayê di rêya rizgarkirina Îraqê de dane cihê rêz û hurmeta gelê Kurdistane ne, ji ber ku  bêy wan qurbaniyan ev rewşa niha nedihate holê.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê nû yê hêzên Amerîkayê spasî wê pêşwaziya germ a serokê herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî derbirî ku carekî din vedigerê Iraqê û tekîd jî kir ku hemû xebatên xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dostaneyên demdirêjên di navbera herêma Kurdistanê  û Amerîkayê de  bikarbîne.

Her wiha general Austin behsa wê pêşketinê kir ku di hemû waran de li herêma Kurdistanê da hatine holê û got ku her cara ew serdana Kurdistanê dike destkeftiyên nû dibîne û firokxaneya navdewletiya Hewlêrê weke baştrîn mînak bo wan pêketinan destnîşan kir  û got ku ew serketin hemû weke encamê  siyaseta hekîmaneya serok Barzanî wesif kir.

Paşê her du alîyan li dor  pirsa pêkanîna hikûmeta Iraq û pêvajoya Iraqê bi giştî û ya piştî vekişana hêzên Amerîkayê ji Iraqê guftugo kirin û ewşa ewlehiyê jî nirxandin.
 Di hevdîtinê de tekîd li ser beşdariya hemû lîste û qewareyên siyasî di hikûmeta nû da kir.

Back to top button