Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê civiya

Îro di bin serokatiya berhem Salih serikê hikûmeta herêma kurdistanê de civata wezîran li Hewlêrê civiya.

Di destpêka civînê de serokê hikûmetê behsa rewşa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê û hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir.

Serokê hikûmetê di berdewamiya axaftina xwe de behsa giringiya serdan Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê bo Îraqê û herêma Kurdistanê kir. Di vê çarçoveyê de Salih got ku serdana Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê wê yekê nîşan dide ku Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê giringiyeke mezin bi herêma Kurdistanê dide û nîşana wê yekê ye ku herêma Kurdistanê roleke giring di Îraqê de dilîze.

Serokê hikûmetê got: ” Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de dupat kir ku tu hawkêşeyên (miadile) siyasî li Îraqê bêy liberçavgirtina helwestê herêma Kurdistanê nebe.

Bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî li Îraqê weke fermandarê hêzên Amerîkayê li Îraqê, serokê hikûmetê îşaret bi roka general Oderno  di alêkariya îraqiyan de kir û li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya general Oderno kir. Di heman demê de serokê hikûmetê kêfxweşiya xwe li hemebr destbikarkirina general Ostin weke fermadarê hêzên amerîkî li Îraqê kir û sipasiya Dewletên yekgirtiyên Amerîkayê kir ku alîkarîya îraqiyan kir da ji destê diktatoriyê rizgar bin.

Di civînê de wezîrê pilandananê li dor pirosesa serjimêriyê ku biryare di meha çiriya pêşînde çê bibe,  raporek pêşkeş kir. Wezîrê pilandananê di rapora xwe de behsa astengî û kelemên li pêşiya serjimêriyê kir. Di vê çarçoveyê de civîna civata wezîran tekîd kir ku:

–  Pêwîste serjimêrî ji bo yekxistina xelkê îraqê, ne ji bo dirustkirina nakokiyan, gavek be.
 
– Bi tu awayî veşartin û şêlûkirina rastiya û demografiyê nayê qebûl kirin.

– Ji bona ku rê li pêşiya encamdana serjimêriyê xweş bibe rojên 21-24ê çiriya pêşîn li herêma Kurdistanê tatîl be.

Di civîna îro ya civata wezîran de biryar hat dan ku heta wê dem aku qanûna nû ya hêzên navxwe û asayîşê ji hikûmeta Îraqê derkeve, polîs û karmendên asayîşê yên ku xizmeta wan ji 20 salan zêdetire, bi şertê ku 15 salan xizmet di nav hêzên asayîş û naxwe kar kirbe ji %80 ji meaş û dermale bên teqawîd kirin.
Yên ku xizmeta wan ji 15 salan zêdetir û 20 salan kêtir be ji %80 ji meaş û ji %50 dermale bên teqawêd kirin.

Di dawiya civînê de wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanstî li dor pêngavêb dawiyê yên destpêkirina pirojeyê geşepêdana şiyanan li herêma Kurdistanê raporek pêşkeş kir.

Back to top button