Ji bo ‘ERÊ’ 9 Şaredar û 37 endamên meclîs ji partiyên xwe îstîfa kirin
Li Konyayê 9 şaredarên CHP MHP û DP û 37 endamên meclîs ji partiyên xwe îstîfa kirin û tevlî AKP bûn.
Li avahiya AKP ya bajarê Konyayê de hemî şaredar û endamên meclîsê li ber çapemeniyê tevlî AKP bûne. Di civînê de parlamentarên AKP yê Husnuu Tuna û Samî Guçlu jî amade bûn.
Arîkarê serokê AKP ya bajarê Konyayê Ziya Ozbayici daxuya kir ku di pêvajoya referandumê de ji MHP CHP û DPê 9 û ji MHP 24 ji CHP 9 ji DPê jî 2 endamên meclîs jî ji bo erê tevlî partiyê me bûn .Ez jî bixêrhatina wan dikim û hêvî dikim ku partiya me roj bi roj xurttir bibe.
Navên şaredarên ku tevlî AKP bûn ew in :
Huseyîn UYAN -MHP- : Serokê Şaredariya Sarioglan
Alî Samî Ulker -MHP- : Serokê Şaredariya Kurşunlu
Durmuş Alî Kuçukara -MHP- : Serokê Şaredariya Alanozu
Zekî Erîm -MHP- : Serokê Şaredariya Bademlî
Remzî Yalim -MHP- : Serokê Şaredariya Turgut
Mehmet Uslu -MHP- : Serokê Şaredariya Işiklar
Mehmet Çogur -CHP- : Serokê Şaredariya Konakkale
Huseyîn Doganer – D P -: Serokê Şaredariya Avdan
Muammed Sari – D P -: Serokê Şaredariya Başkuyu