Barzanî pêşwazî li Balyozê Koriya Başûr li Iraq kir
Li hevdîtinê de, Balyozê Koriya Başûr bi hevdîtina Serok Barzanî xweşhaliya xwe û bi paşaroja Herêma Kurdistanê geşbîniya xwe derbirî û ragihand ew pêşketina ku li hemû waran da tê holê ji bo hîkmet û dûrbîniya Serok Barzanî û hebûna îradeya bi hêza gelê Kurdistanê wekî geleke zîndî û xwedî jiyar ve vedigerê û behs li rola Serok Barzanî jî ji bo wê girîngiyê ku bi navê bi hêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koriya Başûr kir.
Serok Barzanî bi xêr hatina Balyozê Koriya Başûr ragihand ku her çiqas dema pêwendiyên Herêm û Koriya Başûr kurte lê belê pir bi berhem bû. Koriya Başûr rêzekî xwe yê taybetî li gel gelê Kurdistanê heye û dostayetî û alîkariyên vî welatî jî cihê rêz û pêzanîne û heza gelê Kurdistanê û xweşe ku xurtiyê bi wan pêwendiyan bidîn û ezmûna welatê Koriya Başûr jî ezmûneke serkeftiye û dixwazîn ev welat li berev pêş birina Herêma Kurdistanê de alîkarê me be.
Balyozê Koriya Başûr amadehiya welatê xwe ji bo her alîkariyek nîşan da û ragihand ku gelê Kurdistanê dostê gelê Koriya Başûrin û bi hemû awayek hez dikîn alîkariya wan bikîn û ku Tîpa Zeytun jî li Herêma Kurdistanê bûn karîn pêwendiyeke xurt li gel gelê Kurdistanê dirust bike.
Her wiha li mijareke dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser hilbijartinên nû ya Encumena Nûnerên Iraqê û li vî warî de jî Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku milmilanêya hilbijartinê tişteke siruştiye, ewê girîng eweye wan pirsgirêkên ku ji bo gelê me rexsaye ku bi vê sedemê dikare bi awayeke azad û şefaf beşdarî li hilbijartinan da bike.