Cîhan

Barzanî pêşniyar kiriye ku beşek ji leşkerê Amerîkî li deverên nakokbar bimîne.

Duhî 08.04.2011ê  Joe Biden cîgirê serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkayê telefona Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û li ser rewşa herma Kurdistanê axavt in.

Di vê peyvendiya telefonî de, her dû alîyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa dawî ya Îraqê û pêşkeftinên heyî yên di warê siyasî de anîn ziman û meseleya wezaretên Ewlekarî jî giftûgo kirin.

Di beşeke din ya vê peyvendiyê  de peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de jî hatin nirxandin û her dû alîyan tekez li ser bihêztirkirina peyvendiyan han kir.

Weke tê zanîn hikûmeta Îraqê piştî demekê dirêj di nav kirîzekê de bû, bi destpêşxeriya serok Barzanî hikûmeta Îraqê hat pêkanîn. Lê heta roja îroj  jî postên wezaretên emnî vala mane û aliyên siyasî nikarin li ser kandîdadên wan wezaretan li hev bikin. Li gor hindek çavkaniyan cîgirê serokê Amerîkayê li ser du meseleyên giring digel serokê Kurdistanê avaxtiye:

yekem: Daxaz ji serokê herêma Kurdistanê kiriye ku alîkariya aliyên Îraqê bike û meselaya wezaretên emnî jî yekalî bikin.

Duyem: Li ser derketina leşkerê amerîkî ji Îraqê raya serokê Kurdistanê wergirtiye, û serok Barzanî pêşniyar kiriye ku beşek ji leşkerê Amerîkî li deverên nakokbar bimîne.

 

Back to top button