Polîtîk

Barzanî: Paşaroja Kurdistanê gelek ronake

Êvariya roja pênçşem, 02.07.2015 ahenga 34. xula derçûyên Zanîngeha Selahedînê, li Yarîgeha Navdewletiya Franso Herîrî li bajarê Hewlêrê birêveçû. Bi vê bone û helkeftê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, peyamekî pêşkêşî mamosta, xwendekar û amadebûyên vê boneyê kir. Peyam ji aliyê birêz Dr Ehmed Dizeyî Serokê Zanîngeha Selahedînê hate xwendin, eve jî naveroka wê peyamê ye:  Bi navê xwedayê mezin û dilovanMamostayên birêzXwendekarên xweşdivîMîhvan û amadebûyên birêzXuşk û birayên minên birêzCihê xweşhaliya meye ku îro şahidê ahenga derçûna polekî dinê li xwendekarên Zanîngeha Selahedîn dibîn. 34. xula derçûna xwendekarên vê zanîngehê tomarkirina rûpelekî nû ye li dîroka serkeftin û şanaziyan da û bi vê boneyê ve germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên derçuyî ya vê xulê dikim û hêviya serkeftina wan dixwazim. Bi pêwîstî dizanim destxweşiyê li hemû mamostayên birêzên Zanîngeha Selahedîn bikim ku li hemû rewşek da bi ked û xebata xwe nehiştine proseya xwendinê rawestê û cihê keda wan li pêşketina civaka Kurdistanê de diyar û ber bi çave.  Mamosta û xwendekarên xweşdivîSala xwendina 2014-2015 ku gelê me têda berev ruyê şerekî dasepandî ya dijminekî dirinde bûye, bi vê sedemê jî bi dilniyayiyê ve niha jî me salekî dijwar birê kir. Xweşhalim ku dibînim ji bilî serkeftina Pêşmergeyên me yên qehremanên li bereyên şer û têkşikandina terorîstan, we jî li sengerên xwendinê da nehişt dijmin bigihin merama xwe û derçûna xwendekarên zanîngehê û xwendingehên Kurdistanê, serkeftinekî dinê gelê me bû li ser terorîstan da. Ji bo wê yekê her ji vir ve destxweşiyê li hemû mamostayan û xwendekarên Kurdistanê dikim li hemû qonaxên xwendinê da û şanaziyê bi wan ve dikîn.  Xweşbextane niha hejmarekî zêdeyê zanîngeh û peymangeh û navendên xwendina akademîk li Kurdistanê da hene û salane hejmarekî zêdeyê xwendekar û pîspor ji bo xizmetkirina welat pê digihin. Pêwîste xwendekarên Kurdistanî bi perwerdeya nîştîmanperwerî û aştîxwazî û pêkvejiyanê be û ew bawerî li cem wî dirust bibê ku welatê wan ji tu welatên pêşketiyan ne kêmtire û armanca mezin divê pêşketina welat û xizmetkirina xelk bê, li beranber kêşe û kêmasiyên civakê xwe bi berpirsiyar bizanê. Li beranber da pêwîste hemû cûre asankarî û keresteya xwendinekî baş ji bo xwendekaran bê dabîn kirin û li planên stratejiyan de jî çi li kerta hikûmî û çi li kerta taybet da war ji bo karkirin û sûd ji pêşbîniya pîsporên xwendekarên derçûyan bê wergirtin, heta li gor pîsporiyên wan xizmeta gel û nîştîmana xwe bikin û li pêşxistina welat da beşdar bibin. Hêviya me bi şiyana van xortan geleke û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.  Rêzdaran..Zanîngeha Selaheddîn wekî zanîngeha dayik û hemû zanîngehên dinê Herêma Kurdistanê ciheke xwe yê girîng li cem me heye. Ji tu hevkariyek kêmasî nakîn ji bo pêşxistina asta zanista vê zanîngehê, ji bo wê yekê hêvîdarîn hengavên zêdetir bibînîn ji bo nûkirin û gihandina asta zanîngehên me bi standardên cîhanê.  Birêzan..Hemû aliyek dilniya dikim ku paşaroja Kurdistanê gelek ronake. Li sayeya azayetî û cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman û xebat û berxwedana gelê Kurdistanê û xwîna şehîdan, hemû cîhan birêz û rûmetê ve temaşa gel û welatê me dikin, niha ji her demekî zêdetir xelkê Kurdistanê hêviya xwe bi paşarojê heye û hez li pêşketinê dike. Dema ewe hatiye bi navê dabînkirina paşarojeke geş ji bo gelê me, baweriya me bi xwe hebê û çarenûs û paşaroja xwe bi destê xwe binexşênîn. Divê wê baweriya xwe bi hêz bikîn ku dikarîn hemû hêviyên xwe pêkbînîn.  Dûbare ji dil ve xweşhalim bi derçûna we, pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.  Her ji bo Kurdistanê bimînin.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê02.07.2015  

Back to top button