Li Selaheddîn Serokê Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emniya Iraqê li qonaxa piştî Da’îş û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda kirin û her wiha ronahî xistin li ser paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û referandûma gelê Kurdistanê û li vî derbarî de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li wê yekê kir ku welatê wan li gel mafê netewe û gelane ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, lê belê li wê baweriyê daye demeke baş nîne ji bo encamdana referandûma Herêma Kurdistanê.Her di derbarê referandûmê de Serok Barzanî wê yekê xiste rû ku daxwaza gelê Kurdistanê eweye ku destkeftên xwe li rêya aştî û dûrî li tundiyê bi dest bîne û dixwaze baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranên xwe û welatên navçeyê de hebê.Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025