Barzanî gihişte armanca xwe
Rojnamevan Ehmed Haqan di nivîseke xwe de ku di malpera Hurriyet de weşandiye behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember serokê Kurdistanê Mesûd barzanî dike û di nivîse ku, hikûmeta tirkî bêrêziyeke mezin beramber Barzanî kir:
– Di qonaxekê de Tikriye siyaseta “Barzanî şeytane” peyrew dikir û bêrêziyeke mezin beramber Barzanî kir. Sedemê vê yekê jî ew bû ku, Barzanî Kurdistanê dadimezrîne û ew dê ji bo Tirkiyeyê bibe mînakeke xerap. Barzanî gihişte armanca xwe, em bixwaz in ya na, li wê derê herêmek avabûye.
Haqan di nivîse ku, du rê li pêşiya Tirkiye hebû; yan berdewamiyê bi dijminatiya Barzanî bide yan jî çêkirina têkeliyan digel Barzanî dest pê bike:
– Dema dewleta Tirkiyeyê zanî ku, dijminatî digeê Barzanî ne di berjewendiya Tirkiyeyê daye, pêwendî digel Barzanî bestin ku, ew pêwendî beriya Erdogan jî dest pê kiribû.
Rojnamevanê navborî dipirse:
– Çima îro Barzanî PKKê ji Qendîlê dernake? Du bersiv ji bo vê pirsê hene, yekem: Barzanî Naxwaze weke salên 90î bikeve nav şerê kurd-kurd. Duyem: Barzanî dizane nehêsane PKKê ji Qendîlê der bike, û Tirkiye jî vê rastiyxê dizane ku, ew jî nikare zêdetir fişarî bixe ser Barzanî.
Başe çima Barzanî ji bo kongreya AKPê hat vexwandin? Bersiv avê pirsê jî ewe ku, nuha Suriye û Îran dijmin in, digel Malikî jê têkelî nebaş in, eger Barzanî jî bibe dijimin, hîngê Tirkiyeyê digel welatên cîran tu pêwendî namîne.