Akçekale bû armanca topên Suriye

Djwariya şerê li Suriyê çêdibe ketê Tirkiye jî. li bajarê Rihayê navçeya Akçekale bû armanca topên hêzên rejima Suriye. Di encama topên rejima Suriye 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndarin.

Li gora agahdariyan yên jiyana xwe ji dest dayîn diyek û 4 zarokên wêne. Piştî vê bûyerê li Tirkiye rewşek awarta peyda bû. Hêzên Tirkan jî Suriye dan ber topan û bi vî awayî bersiva êrîşa Suriye da.

Li ser daxwaza Tirkiye NATO civiya û helwesta Suriye şermezar kir. Herweha hukumet îro parlementoyê dide civandin da ku biryarek taybet bigre û hetta ihtima ku biryara îerekî li dijê Suriye jî di rojevê de ye.

Herweha vê sibehê jî berê sibehê Tirkiye bajarê Idlibê daye ber topan û li gora aghadariyan hinek leşkerên rejima Suriye jiyana ji dest dane.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: