Hevpeyvîn

Barzanî: Em şanaziyê bi kultur û exlaqê miletê xwe dikin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Dostên birêz!

Amadevanên birêz û xûşk û birayên delal!

Şerefeke mezine ji bo min ku îro li şûna hemû take kesekî kurd, hemû take kesekî kurdistanî, li şûna hemû dayika şehîdek û dayika enfalek, li şûna hemû gencekî feylî yê bê ser û şûn, li şûna wî zavayê yek şevî yê kurê Barzanî ku hate bê ser û şûn kirin, li şûna wê dayika Germiyanî ku hevjînê xwe û kurê xwe bi yek carî ji dest da, şerefekî mezine ku li şûna wan hemûyan, li şûna gelê Kurdistanê, ez vê xelatê werbigrim.

 

Ev xelat rêzgirtine ji bo xebat û têkoşîna gelê me, li wê xebata bê gerd û pak û xawêna bê wêne ku bi dirêjahiya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, ku em li ser berdewambûyîn. Ev xelat pêşkêşî wê çand û kulturê dikim ku gelê kurd pê şanazî û serbilinde, ew jî kultura pêkvejiyana neteweyî, ayînî û mezhebiye. 

Belê me berê digot, bi tenê çiya dostên mene, lê îro dibînîn, spas ji bo xwedayê mezin, îro dostên me yên gelek ezîz û delal hene li seranserê cîhanê û ew dostên ku îro li vir rûniştine, eve mînakeke zindî ye li ber çavên we. Ez pir bi dil spasî we hemû aliyek dikim, ji bo teşrîfkirina we û ji bo wê hewl û hîmmeta ku hûn didin, ji bo bi nasandina jenosayda gelê kurd li cîhanê û eve mezintirîn toleye ku ji wan tawanbaran tê kirin. 

Rêzdaran!

Ferheng û kultura me, ferhengekî gelek gelek pîroze. Li bihara sala 1991 wekî vê heyvê, gelê me serhildan kir, li seranserê Kurdistanê, du feyleqên artêşa Iraqê teslîmî gelê Kurdistan û Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Hê birîndarê kîmyayiyên Helepçe li nexweşxaneyan bûn, hê bi dehan hezar xelkê Kurdistanê koçberî vî welat û  welatê din bûbûn, hê birînên me xwîn jê dihat, li gel wê yekê jî, heman mala şehîd û kesûkarê wan şehîdan ew leşkerên îraqî bi rêz ve wergirtin û ew xwedî kirin û rê jî dane wan ku vegerin li nav kesûkarên xwe. Em ji gelê xwe fêrî vê kulturê bûyîn û ji milletê xwe  fêrî lêborînê bûyîn û şanaziyê bi vî milletî û bi vî ehlaqî dikîn. 

Em milletekî bi wefa ne. Em jibîr nakîn yê ku qenciyê li me kiribe, her wiha û jibîr nakîn ew kesê xedir jî li me kiribe. Lê belê em li pey tolhildanê nagerîn, em jibîr nakîn lê belê tolê nastînîn. Em bi vî awayî tola wan werdigrîn, bi hîmmeta we û bi hevkariya we, wan tawanan bi cîhan didîn naskirin û bi wî awayî tolê distînîn bi vê kultura lêborînî û pêkvejiyanê kûrtir dikîn û roj bi roj li Kurdistan û hewl didîn li hemû Iraqê jî belav bikîn. Bi wî awayî em tolê distînîn ku wê kultura bilind kûrtir bikîn û berfirehtir bikîn, Kurdistanê avadan bikîn. 

Ez careke din pir ji dil spasiya we dikim, bi xêrhatina we dikim û hêvîdarim bi hîmmeta we û dostên wekî we, doza gelê me roj bi roj berev pêştir biçe û em jî neteweyekîn û hemû mafê me heye wekî her neteweyeke din û em surîn li ser wê yekê ku berdewam dibîn li ser xebata xwe, lê belê dûrî li tundûtîjiyê, bi awayeke aştî û bi awayeke demokratî û bi awayeke hevdûtêgihiştinê, pêwîstiya me bi yarmetiya we yên birêz heye. Gelek bi xêrhatin û gelek gelek spas û gelek spas ji we hemû aliyek jî.

Back to top button