Polîtîk

Barzanî: Em hewl didîn azadiya bîr û ramanê biparêzîn û geş bikîn

Îro dûşem 16.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Robert Bîkiroft Balyozê Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Amerîka ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir û bi derfet jî zanî ku spasiyên xwe yê taybetî pêşkêşî Serok Barzanî bike ji bo wan yarmetiyên Hikûmet û gelê Kurdistanê li van çend mehên derbasbûyî de pêşkêşî koçberên Sûriyê kirine û her wiha spas û pêzanînên xwe jî ji bo yarmetîdana Herêm ya hevkarî û hewandina hejmareke zêdeyê netewe û peyrewên olî yên dinê Iraqê jî hebû û ew hevkariyên ku ji bo çareserkirina kêşeyên zevî û erdên li parêzgeha Mûsil ku ji aliyê Herêmê ve didine Êzîdî, Mesîhî, Şebek û kemneteweyên din. Her li vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka bi navê Hikûmeta Amerîka gelek spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan duvdaçûnên cidiyên ku ji bo peydakirina tawanbarên doza kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî li holê daye.

Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Amerîka û şanda li gel, balkişand li ser wê yekê ku her çende hejmara koçberên Sûriye li Herêmê li sînorê şiyanên Herêma Kurdistanê derbaskiriye lê belê yarmetîdana koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi erkekî neteweyî û mirovane dizanîn û berdewam dibîn li hevkarîkirina wan û di derbarê yarmetîdana netewe û peyrewên olên dinên Iraqê Serok Barzanî pabendbûna gelê Kurdistanê bi bingehên pêkvejiyan û lêborînê ve dûpat kir. Di derbarê terorkirina rojnamevan Kawe Germiyanî, Serok Barzanî got: “Ew teror rûdawekî gelek xemgîn bû. Kawe Germiyanî û kesukarên wî bi xwe qurbana enfalê bûn û terorkirina wî cihê daxekî mezine ji bo me û em hemû jî pabend dibîn ku azadiya bîr û ramanê biparêzîn û geş bikîn û rê nedîn karesatên bi vî awayî dûbare li Kurdistanê da rû bide”.

Pêvajoya Sûriye û Konferansa Cenev 2 û Rojavayê Kurdistanê û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ew mijar bûn ku li kombûna di navbera Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê de hatin nirxandin. 

Back to top button