Serok Wezîrê Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Operasyona Taybetî ya Hevpeymanan li Iraq û Sûriye kir û dibêje: Dilgiranî li wê yekê ku çalakiyên çekdarên Da’îş li navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Herêma Kurdistanê bi taybetî êrîşkirina ser cotkarên Kurd û revandina wan zêde bûye.

Îro şemî 30.05.2020 Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê û Macer General Erîk Hill Fermandeyê Hêzê Operasyona Taybetî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriya civiyan û guftûgo di derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşxistina hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan kirin.

Her dû alî tekez li ser girîngiya berdewambûna hemahengiya rûbirûbûna êrîşên terorîstên Da’îş kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: