Barzanî: Baweriya min ev e ku PKK girêdayiyê Ocalan e
Serokê Herêma Kurdistana Federel Mesut Barzanî, hevpeyvînek da nivîskar û rojnamevan Hasan Cemal. Serok Barzanî, di hevpeyvîna xwe de, di mijarên wek grevên birçîbûnê, têkiliyên bi hikumeta AKPê re, rewşa rojhilata navîn, PKK û Ocalan de gotin kirin.
Hasan Cemal diyar dike ku cara ewil, di sala 1993 an de bi Serok Barzanî re hevpeyvîn çêkiriyê û ji wê pê ve gellek caran bi Barzanî re hatiye ba hev. Li ser pirsa, “herêm gellek tevlihev e, hûn çawa dibînin?” Serok Barzanî îfade kiriye ku “herêm dişewite. Lê ji vê hengameyê ji mitbaxê xwarineke çawa wê derkeve, ez nikarim tiştekî bibêjim.”
Hasan Cemal dipirse, “hûn li herêmê pêşeroja xwe karin bibînin? Çimkî hişê min gellekî tevlihevin” Serok Barzanî, “Welle hişê min jî tevlihev in. Lê di navbera me û Tirkiyê de pêvajoyeke baş heye û em li qonaxeke baş de ne. Di vê de rista AKPê zêdetir e.” Hasan Cemal, “baş e, PKK têkiliyên we yên ji Tirkiyê re asteng dike?” Serok Barzanî, “PKK aliyeke, ji bo çareseriya pirsgirêkê vînek lazime, vîneke siyasî. Em bawer dikin ku pirsgirêk wê bi aştiyane çareser bibe.” Hasan Cemal, “PKK bi çekan kare tiştekî bidestbixîne?” dipirse. Serok Barzanî wiha dibersivîne, “Bi çekan tiştekî ku çareser bikî tine. Dema çekan derbas bûye. Pêwiste PKK dev ji çekan berde.”
Rojnamevan Hasan Cemal, ji Serok Barzanî dipirse, “Di vê pêvajoyê de rista Ocalan wê karibe çi be? Hin dibêjin bandora Ocalan li ser PKKê nemaye û hinek jî berevajî vê difikirin. Hûn çi difikirin?” Serok Barzanî, ” Dema em ji tiştên ku tên nivîsandin, rayagiştiya Tirkiyê û atmosfera li Tirkiyê dinêrin, em dibînin ku di pêvajoyeke wisa de Ocalan kare rista xwe bilîze. Qinyata min ev e ku PKK girêdayiyê Ocalan e. Rewş wisa ye, hîn jî bandora Ocalan li ser PKKê heye. Lê di sepandinê de wê çi bibe ez nikarim tiştekî teqez bînime ziman.”
Di mijara çalakiya grevên birçîbûnê de jî Serok Barzanî diyar dike ku, grevn birçîbûnê payama xwe daye û pêwiste êdî dewlet jî gavan bavêje. Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin û dewlet jî gavên erênî bavêje.