Polîtîk

Barzanî: Aramiya Kurdistanê biparêzin

Her wekî Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan ragihandiye, biryare êvariya îro şemî 28/09/2013, encamên pêşî yên Hilbijartina Parlemena Kurdistanê rabigihînin.

Bi vê helkeftê bi pêwîstî dizanim daxwaz ji hemû aliyek bikim bi singekî fireh û hestkirina bi berpirsiyariyê ve muamele bikin û eger her skala, lêpirsîn û têbîniyeke wan jî hebê li gor rêkarên yasayiyên Komîsyonê tevbigerin.

Her wiha daxwaz ji endam û alîgirên hemû partiyan jî dikim rêz li alîgirên din bigrin û îstîfzaziya hevdû nekin.

Bi pêwîstî jî dizanim carekî din daxwaz ji hemû hêz û aliyê siyasiyan û welatiyên birêz bikim aramî û tebayî ya Kurdistanê biparêzin û bi navê parastina canê welatiyan û bexteweriya xelkê û nav û dengê welatê me, bi tu awayekî hêviya xwe bi teqînên xweşiyê nebin, ji ber ku ewe diyardeyekî gelek neşîrîne û divê neyê hiştin.

Daxwaz ji hêzên polîs û asayîş dikim rêkarên yasayî yên tund beramber wan kesan bigrin ji ber ku yasa û rênimayiyan binpê dikin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

28.09.2013

Back to top button