Polîtîk

Heta hûn alîkariyê nedin PYDê ji we re mazot nîne

Hat îdiakirin ku li bajarokê Til Temir ê rojavayê Kurdistanê hêzên PYDê ji xelkê re dibêjin “heta hûn alîkariya PYDê nekin ji we re mazot û gaz nîne”.

Li gorî nûçeya malpera partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (Yekitî), li bajarokê Til Temir li parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê sotemenî û mazot ji aliyê hinek kesên ser bi Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê ku nêzîkî PYDê ye, hatiye kontrolkirin.

Li gorî nûçeyê, kesên han ji aliyê herkesî ve tên naskirin û dema xelkê diçin daxwaza sotemenî û maozt û gazê dikin ji wan re dibêjin heta hûn 1000 lîreyê Sûriyê alîkarî nedin PYDê ji we re mazot û gaz nîne.

Ji ber wê jî xelk neçar dimînin alîkariyê didin û sotemeniyê werdigirin.

Back to top button