Nivîsar

Barzani: Divê bi hev re ber bi serwerî û serxwebûnê gavan pavêjîn

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de behsa rewşa niha ya Kurdistan û Îraqê dike û dibêje: Niha du rê li pêşiya me ne, yan divê ew rêalîteya heye qebûl bikîn ku xelkekî din her dema bixwaze pirsgirêkan ji me re dirust bike biryarê li ser çarenivîsa me bide û bipaşkoyî bimînin, yan bi hev re biryareke hevbeş bidîn û ber bi serwerî û serbxwebûnê gavan pavêjîn.Serok Barzanî di peyama xwe de ku li malpera xwe ya fermî ya Faceebokê de weşandiye behsa konferensa navdewletîya hevkarîkirina Îraqê li Waşîgton dike û dibêje: Di konferensa hevpeymanan a dijî DAÎŞê li Waşîngtonê de wezîrê derve yê Îraqê rê ne da şandeya Herêma Kurdistanê beşdariyê di wê konferensê de bike ku Herêma Kurdistanî aliyekî serekî yê şerê dijî DAÎŞê ye. Mixabin dewleta konferans mêvan kirî daxwaza wezîrê derve yê Îraqê cîbicî kir.Teksa peyama serok Barzanî:Bi navê Xwedayê mezin û dilovanHevwelatiyên xweştiviyên KurdistanêDi şerê dijî terorîstên DAÎŞê de gelê Kurdistanê baceke mezin ya însanî û êkonomî da. Pêşmerge bi qurbanîdanên xwe efsaneya DAÎŞê têkşikdand û li hemû deverê, pêşmerge hêza serekî ya rûbirûbûna terorê ye.Lê, li konferensa welatên hevpeymanên dijî DAÎŞê li Waşîngtonê, wezîrê derve yê Îraqê rê neda şandeya Herêma Kurdistanê ku, aliyê serekî yê şerê dijî DAÎŞê ye, beşdariyê di wê konferensê de bike. Mixabin dewleta mêvandariya konferensê jî kirî daxwaza wezîr bi cî kir.Ew mînak û gelek mînakên din diyar dikin ku maf û qurbanîdanên gelê Kurdistanê dikare gelek bi hêsanî bên îhnmal kirin û bi biryar û mîzaca xelkê din ve bên girêdan.Ev yek bi tu awayî nayî qebûl kirin û digel rol, statu û qurbanîdanên gelê ma nagunce û ji bona çarserkirina pirsgirêkn bi vî awayî pêwîstiya me bi serwerîyê heye û divê xwediyê biryara xwe bîn.Piştî wan hemû derdeserî û qurbanîdana, nuha du rê li pêşiya me hene, yan divê ew realîteya heye qebûl bikîn ku xelkek din hertim pirsgirêkan ji me re dirust bike û biryarê li ser çarenivîsa me bide û bipaşkoyî bimînin, yan bi hev re biryareke hevbeş bidîn û ber bi serwerî û serxwebûnê gavan pavêjîn.Bi piştevaniya Xweda û îradeya gelê Kurdistanê di paşerojeke nêzîk de dê zelal bibe ka kê paşkoyî divê û kî serweriyê dixwaze.

Back to top button