Baroya Diyarbekir serokê xwe yê nû hilbijart
Di 49. Kongreya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê hat lidarxistin. Di kongreyê de parêzer Abdülkadir Guleç wek serokê nû yê baroyê hat hilbijartin.
Do kongreyê de 3 berbijêr derketin pêş. Abdulkadîr Guleç, Bariş Yavuz û Cengîz Baysal bûn berbijêrê serokatiya Baroya Diyarbekir.
Di encama hilbijartinê de Parêzer Abdülkadir Guleç wek Serokê Baroya Diyarbekir hat hilbijartin.
Ji 2401 endamên baroyê yên qeydkirî 1829 kesî deng dan. 1815 deng hatin qebûlkirin, 14 deng jî hatin betalkirin. Di hilbijartinê de parêzer Abdulkadîr Guleç bi 1055 deng wergirtin û wek serokê Baroyê hat hilbijartin. Berbijêrên din Bariş Yavuz 697, Cengîz Baysalê ku duh namzetiya xwe eşkere kiribû jî 26 deng stendin.
Guleç di sala 1971ê de li navçeya Erganî ya Amedê ji dayik bûye. Guleç ku di sala 1997’an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand, ji sala 1998’an û vir ve li Amedê parêzeriya serbixwe dike.