Barê Giran xelata baştirîn akterê ji Barselonayê wergirt
Adil Abdulrehman yek ji akterê serekiyê fîlma “Barê Giran” li festîvalekê navdewletî ya li bajarê Barselonaya Îspanya xelata baştirîn akterê wergirt.
Festîvala Prîmavêra li 23ê vê mehê li Barselona dest bi karên xwe kir û kurte fîlma “Barê Giran” yek ji berbijêrê bi dest ve anîna wê xelatê bû.
Kurte fîlm behsa peywendiyên di navbera kur û xalek dike ku her dû Kurdin. Kurik xelkê Rojavayê Kurdistane, navê wî Salihe û Saman Mistefa rola wî dileyze. Lê belê li bajarê Mêrdîna Bakûrê Kurdistanê li Avdelê xalê xwe dimîne.
Kurte fîlm li 2ê gulana 2019 da karê wênegirtinê xelaskiribû û nivîsîn û derhênan û berhemanîna derhênerê Kurd, Yilmaz Ozdîle. Fîlm 17 xuleke û têda Adil Abdulrehman rola Avdel dibîne.
Eve ne cara yekeme Adil Abdulrehman xelata baştirîn akterê werdigre, berê jî li festîvala Sînemat Grafîko ya li bajarê Madrîda paytexta Îspanya li 6ê Adara îsal da xelata baştirîn akterê li heman kurte fîlmê da wergirt.