Hevpeyvîn

Banga min Ji ENKS û TEVDEM e re ev e; siyasi û leşkeri hevbeş bibin

Şerefxan Cizîrî bersiva pirên Rojevakurd de dibêje:Hun bi ereban re yekitiyan çedikin, bi wana re qala pekvejiyane dikin le hun ne amade ku weke Kurd bi hevdu re bijin? Ma ev kare aqila ye?

Rojevakurd : Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Şerefxan Cizîrî: Ji bona ku ev fersenda dirokî ji nava deste me neşemite, dive tevgeren siyasî hinek tişten tehl daqurtînin. Dive Kurd yekser dev ji ziman pevçun û rebazen anti demokratik berdin. Dive Kurd hevdu qebul bikin. Çi ENKS û çi  PYD di ve konaxe de ezmuneke birek û pek nişan nedan. Herdu aliyan li gora ajandayen xwe tevgeriyan, ne li gora berjewendiyen netewi û demokratik.

Te zanîn ku demokrasi û netewayeti pekvejiyanê dipejirine. Gava ku em hevdu qebul nekin wê dijmin destê xwe direji nav me bike, Kurdan  xwe bi xwe bike dijminen hevdu û tevgera netewperiye lavaz bike. Di van mijaran de dewleten dagirker û emperyal xwedi tecrûbe ne. Divabu Kurdan ji li gora berjewendiyen xwe netewi tevbigeriyana û aşitiya navxweyi biparastana.

Ez dibejim iro ji ne dereng e.

Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Vekişandina Hezen Emirîkî hilbet ne di deste Kurdan de ye. Ev biryar li derveyi irada Kurdan bireve diçe. Le gava ku vekişandin li ser peymaneke dinavbena Hezen Emirîkî û Kurdan de lidar bikeve, Emerika disa dikare, di qada navnetewi de roleke erenî ji bona çareseriya Rojavaye Kurdistane bileyize. Ev ji disa yekrezaiya Kurdan dixwaze. Gava ku Kurd ne liser hevbin, zehmete ku em alikariyeke xurt ji qada nawnetewi bigirin. Ji ber ve yeke dive tevgera kurdan di hemu waran de yekreziya leşkeri û siyasi bi pareze û bi daxwazen yekgirti diplomasiya navnetewi bike. Gava ku em Kurd nebin yek eme tek biçin yek bi yek.

Senaryo li ser welat her gav di rojeve de ne, le yekreziya Kurdan dikare van senaryoya hilweşine.

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Herdu alî jî di pirsa Kurdan ne dirustin, ne oposizyona Suri û ne rejim heta nuha helwest prensibi nişan nedane. Li gora konjuktura rojane tevdigerin, herdu alî Kurdan ji bona berjewendiyen xwe bikartînin. Kurd jî dive li gora berjewendiye Kurdan tevger bikin. Gava kurd yekrez buna, Kurdan dikaribu weke hezek serbixwe him oposizyon û him ji rejima Suri ji bona berjewendiyen netewi berbi xwe de bikişandina. Kurt û kurmanci dive Kurd li rojavaye Kurdistan bibin yekrez û pewendiyen xwe li gel Kurdistana Başur xurt bikin. Pewendiyen Kurdistana Başur ji wana garantiya heli bi nirx e.

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.

Dubara, gava ku Kurd ne yekrez bin, we gelek derfet ji nava desten wana bişemitin. Ma heta keng we Kurd şaşiyen xwe dubara bikin? Ma heta kengi eme gazinan ji feleka xain bikin? Ma heta kengi eme bibejin; li me ferman e! Miletek ku nikaribe ji diroka xwe ders bigire, nehelin şaşi dubara bibin, hevbeşiya xwe pek neyine ewe çawa karibe mafe çarenusa xwe bidest bixine? Hişmendiya netew ji bona Kurdan ji hemu hişmendiyen din giringtire iro. Em çi dibin bila eme bibin le dive em bi hişmendiyeke netewi tevbigerin.

Banga min Ji ENKS û TEVDEM e re ev e; siyasi û leşkeri hevbeş bibin, bihevdu re bi hevdu re bibin hezeke xurt û mayin de. Bi hevdu re û bi baldari çareseriye ji pirsa Kurdan bibinin! Hun bi ereban re yekitiyan çedikin, bi wana re qala pekvejiyane dikin le hun ne amade ku weke Kurd bi hevdu re bijin? Ma ev kare aqila ye? Heke hun ji xwe pirse bikin, hune bibinin ku hun baruwa dareke ne, hun pivaza mişareke ne! Kes ji kesi ne çetire, hun bi hevdu kurdin û xwedi ax, ziman û dirokin!

 

Back to top button