Nivîsar

Bandora sınıfa siyasî û rêxistinên Kurdistanê, di xurtbûna projeya Dewletê PKKê de

Di dema fikirafirandinê de, di rê û rêbaza rizgariyê tespîtkirinê û tevgerandina xwe de, di bin bandora îdeolojiya fermî ya Kemalîst û çanda kolonyalîst ya Tirk da bûn.

Îbrahîm GUÇLU

Beriya çend rojan bi ciwanekî Kurd-Kurdistanperwer re hevdîtineke min çêbû. Di wê hevdîtinên de ciwanê hêja pirsek li min kir. Pirsa wî gelek girîng, stratejîk û rojane bû.

Ciwanên Kurd-Kurdistanperwer got ku “Ez jî dizanim û ji bo min jî bê minaqeşeyê ku PKKê projeya Dewleta Kolonyalîst û Kemalîst ya Tirk e. Piştî demekê jî ket bin bandor û xizmeta çar dewletên kolonyalîst û wek aparateke wan tevdigere.

“Armancên PKKê jî gelek xeter in. PKKê di roja ava bû de diyar bû ku dixwaze Tevgera Neteweyî û Rêxistinên Kurdistanê yên Bakurê Kurdistanê tasfiye bike. Kurdan û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, ji hedefa serxwebûn û dewletbûnê dur bixe. Kurdperweran bi kuştinê ji holê rake. Li dijî civate kurd şer bike û nekokiyên di nav neteweya Kurd de ku ji aliyê Dewletên Kolonyalîst ve çêbûne zêde bike û kur bike xebat dike. Hêzên civakî û siyasîyên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye bike. Ciwanên Kurdistanê bikûje û bide kûştin.

“PKKê ev vatiniya xwe ya qirêj û xeter jî 45 sal in ku pêk tîne.

“Heman armacên xwe ji bona li sê beşên din yên Kurdistanê Başurê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne,  bû aparateke û taşeroneke çar dewletên kolonyalîst. Nûha jî li beşên din yên Kurdistanê jî, mîsyona xwe ya qirêj û xeter pêk tîne.

“Di vê qonaxê de mîsyona PPKKê ya xetertir jî ew e ku dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bike û ji holê rake, teslîmî dewletên kolonyalîst bike.

“Lê li cem van rastiyan rastiyeke din ya tehl û girîng jî heye. Ew rastiya jî gorî baweriya min rola sinifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê di xırtbûna PKKê de xwediyeke bandor û rolekê ne.

“Gelo hûn ji vê yekê re çi dibêjin?”

                                  ******

Ev pirsa ciwanê me her dem ji bona min û beşekî mezin kurdperweran jî girîng bûye. Min di gelek nivîsên xwe de û di konferans û semîneran de û di hevdîtine kesayetî de jî gelek cara aniye ser zimên.

Divê ev pirsa ji bona sinifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê jî girîng be.  Divê ku di vê mijarê de tespîtên girîng bên çêkirin û guhertin çê bibin. Hezar mixabin di vê mijarê de kêmasiyek mezin heye. Sinifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê erkên xwe pêk nînin. 

Ez dixwazim vê mijarê û pirsa girîng dîsa analîz bikim.

Wek tê zanîn û realîteke dîrokî û tehl heye ku piştî ku Dewleta Kemalîst ya Kolonyalîst ava bû û Kurdistan hat işgal û îlxak kirin: Siyaseta dewletê ya fermî bû înkar û jiholêrakirina kurdan; ji bona ku neteweya kurd bibe tirk û ji kurdbûnê dur bikeve û hêjayiyên xwe yên neteweyî dûr bikeve û bîra bike; hêjayiyên Tirkan biecibîne û di laşê xwe de bi cîh bike hewildeneke stratejîk meşand. Bi taybetî jî piştî ku serhildanên neteweyî bi tevayî bi qetlîaman temirand, wê demê dewleta Tirk di ev siyaseta xwe ya stratejîk de zêdetir serkeftî bû.

Dewleta Tirk, di heman dem de bi temirandina serhildanên neteweyî yên Kurdistanê karbidest û pêşengên civatê jî ji holê rakir. Di nav Neteweya kurd de tirseke mezin çêkir. Kurd, ji bona ku ji zûlma Tirkan xwe biparêzin, nifşa nû ji kurdbûnê dûr xistin. Ew refleksa xweparastinê jî, ji bona cîh bûna hêjayiyên Tirk di laşê kurdan de bû zemînekî xurt. Çanda Tirkan û çanda kolonyalîst di laşê kurdan de bi cîh bû.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk di hemandem de zarok û cîwanên Kurdistanê di dibistana de bi çanda xwe ya nîjadperest û Kemalîst perwerde kirin. Ciwanên Kurdan dema bi hêjayiyên Tirkan û bi îdeolojiya fermî ya Dewletê Kemalîst perwerde bûn, ji hêjayiyên xwe yên neteweyî dur ketin. Her çiqas bi kurdî jî qise dikirin, bi hêjayiyên Tirk û îdeolojiya fermî ya Kemalîst tevdigeriyan.

Piştî serhildanên neteweyî yên Kurdistanê jî, ev nifşa ku ji hêjayiyên Kurd re xwedî derket, ji bona serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê xebat kir, ev nifşa ku bi Kemalîzmê hatibûn perwerde kirin. Vê nifşê her çiqas kurditî kirin û ji hêjayiyên Kurd re xwedî derketin û rêxistinên Kurd-Kurdistanê ava kirin ji, di dema fikirafirandinê de, di rê û rêbaza rizgariyê tespîtkirinê û tevgerandina xwe de, di bin bandora îdeolojiya fermî ya Kemalîst û çanda kolonyalîst ya Tirk da bûn.

Ev rewşa sinifa siyasî û kurdperweran jî, di tevgereke neteweyî ya kurd avakirin de û di pêşxistin û xurtkirinê de jî asteng bû.

Bi kurtî dikarim bibêjim ku Dewleta Kolonyalîst ya Tirk ji bona xwe sosyolojike nû û çandeke nû li Kurdistanê ava kiribû.

Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, dema  dît ku  bi kûştin, êşkence, hepisê nikarin pêşiya Tevgerara Serxebûn û dewletavakirina Kurdan bigrin, di nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de projeyek pêk anî û biryar da ku rêxistinekê ava bike. Ev proje jî PKKê bû.

Dewleta Tirk, diyar bû ku sosyolojî û çanda nû ya li Kurdistanê çêkiribû, ji bona xwe kiribû bingeh û serkeftina wan jî û PKKê re jî ev sosyolojî û çanda koonyalîst bû bingeh.

Sinifa siyasî û rêxistinê Kurdistanê dema ku PKKê hat projekirin, him ev sosyolojî û çanda nû ya li Kurdistanê tespît nekirin û him jî di derbarê PKKê de tespîteke rast nekirin. PKKê beşek ji Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê hat dîtin. 

Ev şaşiya sınifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê jî, ji bona xurtbûna projeya Dewleta Kolonyalîst ya Tirk  û PKKê bû zemînekî xûrt û sedemeke stratejîk.

Pişt li hemû beşên Kurdistanê jî xeterî û xirabiyên PKKê derketina holê; ew armancên PKKê yên ku ciwanên me jî diyarkirî jî gelek aşkere jî bûne, di derbarê PKKê de nêrîneke hevmişterek di nav sinifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê de tune ye. Loma jî li hemberî PKKê xebat û têkoşîneke xurt û hevbeş nayê meşandin.

PKKê dixwaze hêlîna hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake, aşkere li dijî statubûna neteweya kurd, dewletbûna kurdan jî derdikeve, di derheqê PKKê de dîsa jî fikrekî hevbeş di nav sinifa siyasî û rêxistinên Kurdistanê de  tûne ye.

PKKê şideta bi kar anî jî, di nav sinifa siyasî û rêxistinên KUrdistanê de tirseke mezin çêkir, ew jî bû sedem ku rastiya PKKê nayên îfade kirin.

PKKê piştî bi destên çar dewletên kolonyalîst sîstemeke leşkerî, aborî, civakî qezenç kir, xetertir bû: Ev car jî bû deriya rantan pir alî. Di ev qonaxa dawî de ji bona  serokşaredarî û wekîltiyê, sınifa siyasî û piraniya rêxistinên Kurdistanê ji PKKê re dibin xulam.  Lewre tê zanîn ku PKKê bi tu kesî û rêxistinekê re tîfaq çênake. Ya rêxistinan tasfiye dike û an jı ji xwe re dike peyk û xûlam.

Divê em careke din Dewleta Kolonyalîst a Tirk U PKKê bi hev re bifikirin û şirove bikin. Gorî wê konsepteke fikrî û têkoşînê, rê û rêbaza Tevgera NNeteweyî ya Kurdistanê tespît bikin.

Diyarbekîr, 28. 01. 2024

Back to top button