Polîtîk

Balyozê Yekîtiya Ewropayê: Em hemû dizanin ku rewşa aramiya Şengalê bi temamî ne ewle ye

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Zeiler diderbarê rewşa Şingalê de daxûyaniyek da. Thomas Zeiler got: ” Îro ez li vir im û gotarekê bi boneya 10 saliya jenosîda Êzdiyan pêşkêş dikim. Di van salên dawî de xizmetên pêwîst ji êzdiyan re nayên kirin, ceyran, perwerde û xizmetên din.”

“Hinek ji Êzdiyan vegeriyane Şengalê, lê em hemû dizanin ku aramiya Şengalê bi tevahî nayê parastin ji bo kesên vegeriyane û hest bi azadî û mafên xwe bikin.

Herwaha got: YE daxwazê ​​ji hikûmeta Îraqê dike ku çareseriyeke bingehîn ji bo herêmê bibîne û em daxwaz ji hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin ku dawî li nearamiya herêmê bînin. Ez bang li her du hikûmetan û bi taybet hikûmeta Bexdayê dikim ku ji bo aramî û avakirina Şingalê û navçeyên derdora wê kar bikin.

Di derbarê hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de ez hestên erênî dibînim, lê mixabin heta niha alozî bi dawî nebûye. Di vî warî de me hemû hewlên dîplomatîk li gel her du hikûmetan kirine, divê çareseriyeke mayînde bibînin û rê bidin koçberan. Şengal û hemû şêniyên herêmê vegerin.”

Back to top button