Cîhan

Balefirên Tirka li DAÎŞê dan

Balefirên Tirka yên cengî ji Diyarbekirê rabûn û li Suriye baregehên DAÎŞê bombebaran kirin. Piştî duh şerê li tixûbê bajarê Kilisê di navbera leşkerên Tirk û çejdarên Daîşê de rûdayî, vê sibehê demjimêr 02 balefirên cengî ji Diyarbekirê rabûn û li Surî 3 cihên DAÎŞê bombebaran kirin.Tirkiye îdia dike ku bê ku xeta ezmanî ya Suriye ihlal bike li baregehê DAÎŞê dane. Herweha tê zanîn ku Tirkiye niha dihêle ku balefirên Amerîka jî ji balefirxaneye Încirlikî rabin û şer bikin.Bi vê yekê Tirkiye jî kete di nava şerê li dijê DAÎŞê. Heweha li gora medya Tirkî duh û îro li Satanbulê û hinek deverên din li dijê endamên DAÎŞê operasyon hatinê li darxistin û bi sedan kes hatine girtin.

Back to top button