Cîhan

Hukumetê PKK tehdît kir

Di civata vezîrê Tirkiye de, rewşa dawî ya “ pêvajoya çareseriyê “  hate gotubêj kirin. Li gora agahdariyan civata Wezîra biryar da ku, ev pêvajo bi vî awayê berdewam nake. Dema agirbestê HDP ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî karanî, 80parlementer rêkirin parlementoyê.Civata wezîra dibêje: Niha jî PKK dest hinek çalakiyan dike, leşkera dikujê, xelkê direvîne, rêya dibire û kontrola dike. Eger helwesta PKKê  ev be pêvajo namîne û dê hukumet dest operasyonên berfireh bike.Ji aliyek din hukumet xwe amade dike ku bangî HDPê jî beke û bêje: Hun bi 80 parlementerî têne temsil kirin, divê hun pêwistiyê demokrasiyê pêkbînin û li dijê çalakiyên teroristî yê PKKê derkevin.Herweha dawiyê de hukumet dibêje, eger ev tişt nebe û PKK çalakiyên xwe de berdewam be, emê dest bi operasyona pakijkirinê bikin.

Back to top button