Cîhan

Balefira Ermenistanê mecbûr bû danî Erzuromê

Balefirek ya bara(kargo) ji Ermenistanê rabû da ku here Suriye bajarê Helebê. Lê dema balefir hate ser asmanê tirkiye ew mecbur kirin ku li Erzuromê bê xwar da ku berpirsên Tirkiye lêgerînê di balefire de bikin.

Îro demjimêr 13.00 balefira kargo ya Ermenistanê li bajarê Erzuromê li ser daxwaziya rayadarên Tirkiye danî balefirxaneya Erzuromê.

Ji berä balefir ji Ermenistanê rabê daxwaziya izna derbasbûnê ji Tirkiye kirin  lê Tirkiye da xuyakirin ku dive bare balefire ji aliya wan ve bête kontrol kirin. Niha di balefirê de legerinê dikin û li gora encama vê kontrolê dê bê zanin ka dê izna çûyina Helebê bidin yan na.

Wezîrê weguhaztinê yê Tirkiye di vê derbarê de daxuyaniye ewil ya fermî da û got: Balefir li gora lihevhatina me bi daxwaziya xwe hatiye xwar û prosedora pêwîst çibe tê kirin.

Back to top button