Civak

Balafirxaneya Diyarbekir hat girtin

Balafirxaneya Diyarbekir ji bo sedema xirabûna pîstekê hate girtin. Di vê derbarê de reveberiya balafirxaneyê daxûyaniyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Balafirgeha Dîyarbekirê wiha ye:

“Di dema kontrolên rûtîn ên ku ji hêla Fermandariya Baregeha Jetê ya Sereke ya 8emîn ve di 29ê Gulana ji 2025an de saet di 19:30an de hatine kirin, li ser rêya firînê ya Balafirgeha Dîyarbekirê şikestinek hatiye dîtin. Ji bo ewlehiya firînê, rêya firînê bi dayîna NOTAM-a pêwîst ji bo trafîka firînê hatiye girtin.

Xebata lênêrîn û tamîrkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêka ku hatiye tespîtkirin tavilê dest pê kiriye û tê payîn ku xebat di 30ê Gulana 2025an de saet di 00:01an de biqede.”

Back to top button