Nivîsar

Bakirhan:”Her kes bi AKP’ê re hevdîtinan dike, dema em hevdîtinê dikin çima dibe pirsgêrêk?”

Hevserokên HEDEPê di civînekî de behsa siyaseta nû ya HEDEPê kirin. Dan xûyakirin ku piştî hilbijartina wan nêzikî hezar civîn alîgirên xwe re pêkanîne û rexneyên mezin hatine kirin. HEDEP niha li çareseriya windakirina denge xwe diğere.

Li ser pirsa pêwendiyên HEDEPê li gel AKPê pirsek hate kirin. Bakirhan ev bersiv da: -Dema ku CHP bi AKPê re dicive tiştek naqewime, dema İYİ Partî hewl dide randevûyê bigire tiştek naqewime, dema ku me bi Wezîrê Dadê re li qata Meclîsê hevdîtinek pêk anî, yekser tê wê wateyê ku “Kurd, HEDEP. dê bi awayekî bizivire.” Em kengê xwe zivirîn, ez ji te dipirsim? Kurd û HDPê heta niha kîjan soz dane? Ji ber vê yekê, ev fikar çawa çêbû, ev feraset çawa çêbû? Kîjan gotinên me, kîjan kirinên me xizmeta vê armancê kirin? Em matmayî man ku meriv çawa dikare vê ferasetê bi dest bixe, ku bi lidarxistina civînekê li salonê, em ê bi partî û alîyan re rûnin û “bi xebata dîplomasiya paşverû danûstendinê bikin”. Em yek ji mezintirîn partiyên Tirkiyê ne, partiya sêyem di Meclîsê de ne. Em bi her kesî re hevdîtin dikin. Ger em xizmeta çareseriyê bikin. Divê ev tenê di çarçoveya hilbijartinan de neyê nirxandin. Hilbijartin tiştek cûda ye.

Ya ku dixweyê HEDEP niha bi du hevserokên ku eslê xwe ne Kurdin dixwaze bide xûyakirin ku, siyaseta HEDEPê hatiye guhertin. Lê gerek neye ji bîrkirin ku, HEDEP wek partiyên ji berî xwe ku(balhirgirên siyaseta PKKê bûn) xwe wek partiyeka Tirkiye dide nasandan. Yanî HEDEP ne wek partiyek kurd behsa pirsgirêka Kurda dike. HEDEP wek partiyek çep a Tirkiye behsa Kurda dike. Ji ber ku jiyana siyasî ya HEDEP bi denge Kurda tê berdewamkirin, ew rojane di nava guhertina tektikên siyasî de ne.

Lê rastiyek heye ku, di nava HEDEPê de hinek kurd nerihetin û vêca denge xwe bilind dikin.HEDEP dixwaze van dengên cuda bibire. Niha hemû hewldan ji bo vê yekene.

Ji aliye din ve hevserokên HEDEPê pêwendiyên li gel AKPê de derewan dikin. Tê zanîn ku li ser navê HEDEPê li gel AKPê nehînî hevdîtin tene kirin û AKP heta niha bersivek nedaye.

Di pirsa guhertina siyaseta HEDEPê de pirsek gelek girîng heye. Heta HEDEP siyaseta Qendîl rêve bibe û mehkumê Qendil be, nikare hinde sere derziyê xwe biguhere. Kurdên nava HEDEPê de nikarin tiştekî li himber Qendîl bikin, ew dîl û mehqumê Qendilin. Lê çepên Tirk di nava HEDEPê de dikarin siyaseta Qendil pêkneynin. Ji ber ku ew tene ji bo armancên xwe Qendil ve girêdayîne, wek din her demî dikarin ji dere siyaseta Qendîl tevbigerin. Ev babetek berfirehe. Rojên din di minasebetên din de ev babet berfirehî bêne gotubûj kirin.

Nûçe/Şirove

Back to top button