Cîhan

Bahman Ghobadî bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re civiya

Fîlmçêkerê navdar ê Kurd Bahman Ghobadî bi Seroka Şaredariya Parîs a Fransayê Anne Hidalgo re hevdîtin pêk anî û li ser sînemaya Kurdî û çand û hunera Kurdî axivîn.

Xanim Anne Hidalgo di hevdîtinekê de ligel Bahman Ghobadî piştevaniya xwe ji bo berhema herî dawî ya vî sînemagera Kurd a xwedî ezmûn nîşan da.

Herwiha biryar e fîlmçêkerê Kurd ligel wezîrê çandê yê wî welatî jî bicive.

Di hevdîtinê de, Bahman Qubadî got ku divê Fransa di peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re giringiyê bide mijarên çandî û hunerî, bi taybetî perwerdeya zarokan.

“Niha zêdetir giringî bi pirojeyên avadankirin û çaksaziya rêyan li Herêma Kurdistanê tê dayîn, ku bi baweriya min pir pêwîst e; Lê ya girîngtir ew e ku em di warê çandî û hunerî de, bi taybetî perwerdeya zarokan de gelek lawaz in, ez hêvî dikim ku Fransa van deriyên hunerî veke û bi taybetî hunermendên kurd hembêz bike da ku berhemên wan deh berheman bidin nasîn.

Xuya ye ku Bahman Ghobadî plan dike ku li ser du malbatên Kurd û Koreyî yên li Fransayê ku xwaringehekê ava dikin, fîlmekê çêbike.

Ghobadî di projeya xwe ya dawîn a fîlmê de aktorên Fransî û yên Ewropî bikar tîne.

Back to top button