Bahçelî banga xwe dubare kir..!
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlementoyê de daxuyanî da. Bahçelî bi bîr xist ku pêşniyara xwe ya ji bo Ocalan dubare kir.
Bahçelî diyar kir ku di Sedsalê de wê “ terör“ ji holê rabe û wiha got: “Eger serekê terorîst dê bibêje teror qediya, bila were koma DEM’ê, van tiştan yek bi yek bêje û ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire. Ez li pişt gotina xwe disekinim û li ser pêşniyara xwe israr dikim.”
Bahçelî destnîşan kir ku li hemberî `teröre` sifir tolerans heye û wiha got: “Teror tiştek e, kurd cuda ne. Tevlihevkirina van herduyan xerabiya herî mezin e. Rêxistina terorê taşeronê dijminên Tirkiyeyê ye.”
Berdewamiya beşek ji axavtina xwe de Bahçelî got:
” Ma divê em li dijî wan kesên ku dixwazin tirkan li dijî kurdan û kurdan li dijî tirkan şer bikin neaxivin? Ma em paşeroja xwe rehîn bihêlin? Ji ber ku serxwebûna me tê binpêkirin divê em bêdeng bimînin? Hêza me ya herî mezin yekitiya me ya neteweyî ye ku wek pola saxlem e. Di Sedsala Tirkiyeyê de wê teror ji holê bê rakirin. Em bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re yek dil in, li dijî terora cudaxwaz em yek dil in. Heger serokê terorîst dê bibêje teror qediya ye bila were koma DEMê, van tiştan yek bi yek bibêje û ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire. Ez li pişt gotina xwe disekinim û di pêşniyara xwe de israr dikim.
Ji bo ku em ji pirsgirêkên berê re çareseriyê pêş bixin, divê em xalên têkiliyê di navbera rabirdû û niha de bibînin. Divê em pişta xwe bidin fikrên pêşwext û guh bidin dengê aqil û wijdanê. Divê em ji pêşxistina stratejiyên ji bo jiyana bi hev re dudilî nebin.
Gelê me di dîrokê de koletî red kiriye. Lihevkirin di siyasetê de ji bo berjewendiya giştî ye. Kes nikare bikeve navbera me û birayên me yên Kurd. Êrîşa TAI’ê ya 23’ê Cotmehê li dijî Tirkiyeyê pêk hat. Êş û xemgîniya 5 birayên me yên şehîd û birîndar ji Colemêrgê heta Edîrneyê li welatê me belav bûye. Tehamula ji terorê re sifir e. Her ku diçe rêxistina terorê hedefeke rewa ye. Teror tiştekî din e, kurd tiştekî din e. Tevlihevkirina van herduyan xirabiya herî mezin e. Rêxistina terorê taşeronê dijminên Tirkiyeyê ye. Divê Partiya DEM’ê demildest biryara xwe zelal bike, ji helwesta xwe ya gemarî dûr bikeve û biryarê bide ku di navbera xwe û terorê de dîwarekî ava bike yan na. Divê kes di zikê xwe de neaxive. Nekevin nav pesnê derewîn. Yên ku em qîmeta wan dizanin divê ji kêşeyên taşerontiyê dilgiran nebin. “