Babacan: Heta parlamento biryara hilbijartinên pêşwext nede Erdogan nikare bibe namzet
Babacan beşdarî bernameyeka Halk TVê bû. Babacan da daxûyakirin ku, ji bo Serokomar Erdogan cara sêyemîn bibe namzet divê Meclis biryara hilbijartina pêşwext bide.
Babacan di derbarê namzetbûna Erdogan de got:
“14’ê Gulanê bi rastî rojeke çaverêkirî bû. Di agahiya ku ji hikûmetê hat wergirtin de me her tim bihîst ku 14’ê Gulanê rojeke zêde ye. Ji ber vê yekê ne surprîz e. Ez ji bo welatê me serketinê dixwazim.Dê du awayên vê hilbijartinê hebin, ji ber ku ev hilbijartina pêşwext e, her hilbijartinek beriya 18ê Hezîranê bê kirin, hilbijartina pêşwext e, Ev yek jî divê bi biryara Parlementoyê be. Wek din tu rê tuneye.
Babacan berdewamiya axavtina xwe de balê dikşîne li ser namzetbûna Erdogan ji bo serokkomariyê û dibêje: Hemû hiqûqnasên partiya me û piraniya hiquqnasên Tirkiye dibêjin ev cara duyemîn a Serokomar Erdogan tê hilbijartin. Ji ber vê yekê jî ew cara sêyemîn nikare bibe namzet. Li gorî Destûra Bingehîn, eger Meclîs biryara hilbijartinên pêşwext bide, dibe ku cara sêyemîn bibe namzet. Her çiqas nêrîna parêzerên me pir zelal be jî, ger em tiştekî nekin, wê demê em ê nikaribin behsa serdestiya huquqê bikin.