Cîhan

Azerbeycanê dest danî li ser dibistanên Gulen

Hukumeta Azerbeycanê dest danî li ser dibistanên Cemaeta Fethullah Gulen.

Li wek gelek welatên cîhanê dibistanên gruba Gulen li Azerbeycanê jî hene. Ji bilî dibistana zanîngehek jî ya Gulen li Baku heye.

Doh hukumeta Azerbeycanê bi biryarek taybet dest danî ser zaningeh û 11 dibistan û 13 dersxaneyênAC Gulen li vî welatî.

Wek tê zanîn niha li Tirkiye şerek gelek dijwar di navbera gruba Gulen û Ak-Partiyê de destpêkiriye. Gulen bi dijwarî şerê Erdogan dike. Erdogan jî hewl didê ku hêza Gulen ya malî bişkîne.
Fethullah Gulen li Amarîka dijî. Ji bo vê jî Erdogan bi riya telefonê pêwendî Obamara daniye û behsa Gruba Gulen kiriye.

Li Kurdistana Başûr jî hinek dibistanên Gulen û zaningeha Ishik heye.Wek din Bank Asya jî banka Gulen e. Yanî hêzek darayî a Gulen li Başûrê Kurdistanê heye.

Dixweyê tişta li Azerbeycanê bûyî, dikarê li Kurdistanê jî pêkwerê. Ihtimala ku Erdogan di vê derbarê de li gel cihên pêwîst li Kurdistanê xeber bide gelek e.

Back to top button