Bajarê Şingalê ji sere Hezîrana 2014 heta niha di bin bandora DAÎŞ de bû, xelkê Şingalê hemî ji ber zilma DAÎŞ koçber bûn yên ko ji welatê xwe derneketin jî hemiyan xwe avêtin himbêza çiyayê Şingalê lewra ji Kurda re dostên herî baş çiyayên Kurdistanê ne. Xelkê Şingalê di çiyê de zêdetirîn salekê bê cil û bê berg, kêm xwarin û vexwarin, dibin tavê de û dibin berf û baranê de jiyan dikirin. Lê di demeke kurt de Pêşmerge yê Kurdistanê bi hawara wan ve çûn lê aloziyan dom dikir zilma DAÎŞ û bandora wan li ser Şigalê berdewam dikir, heta ko bi emirhêziya Serokê Herêma Kurdistana Federe berêz Mesûd BARZANÎ û bi birayê xwe, bi kurê xwe, bi kurmamê xwe û xûlasa ew bi malbatî digel Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê Êrîş birin ser bajarê Şingalê. Di nava 24 seatan de bajarê Şingalê ji DAÎŞ hat baqijkirin û xistIn bin qontrola xwe. Hemî dinya bi azadkirina Şingalê matmayî man û gelek serokên Dewletan pîrozbayî ya azadkirina Şegalê ji Serok Mesûd BARZANÎ’RE şandin bi vê serkeftina Şingalê careke din mêrxasî û lehengiya Mesûd BARZANÎ û PÊŞMERGE YÊ KURDISTANÊ derketê holê Em partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiya weke hemî Kurdan kêf xweşiya xwe di derbara Azadiya Şingalê de bi dengê pir bilind vê roja dîrokî radigihînin û azadiya ŞENGAL’Ê ji Kurd û kurdistaniyan re Pîroz dikin.Em rûmeta Pêşmerge bilind di nerxînin lewra em deyndarin ji wan re. Çavê me li rê ye û hêvîdarin ko ew ciyên çi di destên DAÎŞ de û çi jî ciyên ko nakoberin û tevlî MUSILê jî ko bi qeweta hêzên Pêşmergeyên qehreman betin azad kirin da hingê dor werê ser dewletbûna Kurdistana azad. BIJÎ KURDISTAN Û KURDISTANIYANBIJÎ PÊŞMERGE Û BIJÎ SERXWEBUN14.11.2015Mehmet Emîn KARDAŞSerokê Giştî yêPartiya Demokrata Kurdistanê TirkiyaPDK-T
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025