Axaftina Serok Barzanî li Amedê (video)
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rê bidin min ez pir bi dil spasiya we bikim ji bo rexsandina vê derfeta zêrîn. Pir bi dil spasiya birêz cenabê Serok Wezîr Erdogan dikim ku vê derfetê ji bo rêkxist û ji bo min îro rojeke dîrokiye û xewneke hate cîh ku ez bêm li Diyarbekira delal û xweşdivî li xizmeta we bikim. Ez hilgirê silavên gelê Kurdistanê me bo gelê Tirkiye û hilgirê silavên Hewlêrê me bo gelê Diyarbekira ezîz.
Birêzan dema dirustkirina dîrokeke nû hatiye, ew jî dirustkirina dîroka pêkvejiyan û biratyetî û hevdû qebulkirine. Em dizanîn bingeha wê dîrokê li wê rojê hate danîn ku cenabê Erdogan hate bo Diyarbekirê berî çend salan û got: Ew roja ku înkara Kurdan dihate kirin, êdî ew roj nema. Ji bo min wekî takekî Kurd wê rojê dilê min xweş bû ku îro serkirdeyekî peydabûye li Tirkiye bi temamî rêyeke rast girtiye û rêya rast nîşa hemû kesekî dike li Tirkiye ku ew jî rêya birayetiye.
Xuşk û birayên delal !
Pêdiviye ku em gelên ku li rojhilata navîn dijîn bi birayetiyê bijîn û em birayetiyê û bi pêkve jiyan û hevdû qebulkirinê em dikarîn milletê xwe bextewer bikîn û welatê xwe jî avadan bikin şer hate tecrubekirin me kesekî xêr ji şerê nedît. Lazime ew roj nemîne ku xwîna xortekî Tirk ji destê xortekî Kurd bête rêhtin yan xwîna xortekî Kurd ji destê xortekî Tirk bête rêhtin.
Bingeha pêvajoya aştiyê hate danîn û em pir bi dil spasiya cenabê Erdogan dikîn û gelek bi wêrane, rêya aştiyê hilbijart û dest bi pêvajoya aştiyê kir. Daxwaza min ji hemû birayên Kurd ewe û ji hemû birayên Tirk jî ewe, piştevaniyê li pêvajoya aştiyê bikin.
Şerê aştiyê şerekî zehmete û bawer bikin kesekî bi wêr û bi curet nebê nikare şerê aştiyê bike. Çend rêya aştiyê dirêj be, baştire ku seeteke şer bibe. Ji ber wê yekê ez dixwazim îro li vir ragihînim hemû birayên Kurd û hemû birayên Tirk ku em li gel pêvajoya aştiyê ne û emê piştevaniyê li pêvajoya aştiyê bikîn. Pengava girîng ewe bû ku dest bi pêvajoyê bête kirin. Em hemû dizanîn berî 15 -20 salan mehal bû rojeke wiha ez bikaribim bêm Diyarbekir û xizmeta we de û biaxivim. Eve berhemê aştiyê ye û berhemê birayetiyê û berhemê hevdû têgihiştinê ye. Em bawerîn pêvajoya aştiyê wê bigihe encamê. Çend wext lazim bê, lazime wextê wê bête danîn.
Dawiyê de careke din ez gelek gelek bextewerim ku xizmeta we gihîştim, daxwaza serkeftinê û bexteweriyê bo we dikim. Dumahîkê çend kelîmeyek bi Tirkî bibêjim, her çende ku ez Tirkî nizanim.
Yaşasin Kurt ve Turk Kardeşligi (Bijî biratiya Kurd û Tirk)
Yaşasin Bariş(Bijî Aştî)
Yaşasin Ozgurluk(Bijî Azadî)
Bijî birayetiya Kurd û Tirk
Bijî Aştî
Bijî Azadî
Her serkeftî bin û her bextewer bin…