Doç. Dr. Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) li bernameyeke televizyonî de serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê nirxand.
Ayhan da zanîn ku hatina Barzanî bi cilûbergên Kurdî nîşana wê yekê ye ku êdî tirsa dewletê û tirsa siyasetmedaran ji sembolên Kurdan nemaye. Barzanî bi çanda herêmê û bi zimanê herêmê diaxive eve jî nêzîkbûna wî ya li gel Herêmê nîşan dide.
Her wiha Ayhan got: Ev serdan ne serdaneke taktîkî ye belku serdaneke stratejîke û tu siyasetmedar bi awayeke taktîkî nikare van çalakiyan pêkbîne û ji ber ku birastî ji bo van çalakiyan wêrekiyeke mezin pêwîste.