Nivîsar

Ataturkê kurd

 

Diyar e ku Kurd li Tirkiyê pir hene, lê heta niha jî, kesî nizanibû ku Tirk jî kurdên deryadîtî ne. Ji ber ku va ye dibêjin ango Mistefa Kemal Ataturk jî Kurd bû. Hem jî dibêjin navê bavê wî jî MAMO bûye û ji parêzgeha Meletiyê ye.

Heta niha Tirkiyeyê digot ku Ataturk ji Selanika Girekiyan e, bavê wî Elîriza û diya wî jî Zibeyde xatûn bûye.

Lê belê li gor hin riwayetan Ataturk Makedonî bûye, kurê jineke Fileh bûye, dema Elîriza ku wê demê amirhêzekî artişa Osmanî bû, têkilî bi wê jinikê re daniye û piştre xwestiye ku pê re bizewice, lê belê hingê yekî peyrewê artişê nikaribû bi jineke ne bisilman re bijî. Îcar Elîriza jinikê ”bisilman” kiriye û pê re zewiciye, piştre kurê wê yê şeşsalî jî weke ku kurê wî be li nifûsa xwe bi navê Mistefa Kemal daye nivîsandin. Îcar Elîriza efendî kurhilyê xwe Mistefa hinartiye mekteba leşkerî û ha wisa ew Mistefa pişt re bûye bapîrê Tirkan ku niha peykerê wî li hemû deverên Tirkiyê dane çikandin.

Ew Mistefayê ku navê wî danîne ATATURK (bapîrê Tirkan) bi alikariya Ewrûpayê dewletek bi navê Turkiye li Anatoliyayê li hember Yekîtiya Sovyetan dane avakirin û wî peyayê Makedonê jî kirine serokê wê dewletê.

Tirkên saf ku ji nijada Mogol in, hemû dibêjin ku ev dewlet bi navê me ye, lê tiştekî me tê de tune. Dîsa dibêjin ku ev lîderê wek ”Ataturk” bi nav kirine jî, ne Turk e, ne bisilman bû jî û ne jî di DNAya wî de tiştekî tirkîtiyê heye.

Lê belê sosreta amezin ev e ku niha kemalîst rabûne û dibêjin ”Mistefa Kemal Ataturk ji Meletiyê ye.” Yanî gotinên ku ev 85 sal in digotin, niha xwe derewîn derdixînin û nasnameya Ataturkê xwe ji Kurdistanê didin nîşandan:

”Mistefa Kemal li navçeya Aqçedaxa Meletiyê hatiye dinyayê. Ji malbata wî re digotin Çaqiroglu. Navê bavê wî çendî ku Mihemed Reşad bûye, lê jê re digotin MAMO û navê diya wî jî Eyşê bûye, bi koka xwe Turkman in. Elîriza di çiftlika Mamo de karker bûye. Zubeydeya xwişka Eyşê dane Elîriza. Piştre Elîriza çûye Selanîkê. Dema Mamo miriye, Eyşê kurê xwe hildaye û çûye Selanîkê ba xweha xwe. Eyşê li wirê miriye û Mistefa Kemal bêxwedî maye, xatiya wî Zibeyde jî ew kiriye kurê xwe û li ser navê xwe nivîsiye.” û hin tiştên wisa yên din jî hene ku dibêjin.

De ka em li gor eqlê rast li vê meselê bisêwirin:

1-    Eger navê bavê Mistefa Kemal Ataturk Mamo be, ev nav navekî xwerû kurdî ye, yanî liv ê gorê Mistefa Kemal jî (Xwedê neke) Kurd bûye.

2-    Dibêjin ku çiftlika bavê Mistefa Kemal Ataturk hebûye, lê gava bavê wî hatiye kuştin, diya wî Eyşê ew hildaye û çûye Selanîkê ba Zibeydeya xwişka xwe. Eger malbatek xwediyê çiftlikê be, rewşa wê ya aborî xweş e û eger malbat Kurd be jî, tu carê destûr nadin jineka ku mêrê wê hatiye kuştin ku ji malê derkeve, eger jinik here jî nahêlin ku ew zarûkan bi xwe re bibe.

3-    Pirsa balkêş ev e ku heta niha digotin: ”Elîriza serdarekî artişa Osmanî bûye. Niha jî dibêjin ku Elîriza di çiftlika Mamo de  karker bûye. Baş e, ew kesê ku karkerê xwedîkirina çêlek û conega be, çewa dikare ji Meletiyê here Selanîkê û bibe serdarê artşia Osmanî?

RASTIYA NAVEROKÊ:

Bi baweriya min, rastiya naverokê weha ye: Ev e 85 sal in ku şevûroj Kemalîstan Mistefa Kemal Ataturk derxistibûn asîmanan û hindik mabû ku wî wek pêxember Sedsala Bîstî îlan bikin. Lê belê niha êdî nikarin wê derewê bi xelkên Tirkiyê bidin daqurtandin, îcar wî dikin Kurd û cihê wî jî bajarê Meletî nîşan didin. Bi vê yekê jî dixwazin ku du peyam bidin; yek dibêjin Kurdan ku ango ew Ataturkê ku hewqas Kurd kuştine ji nijada we ye. Ya duyem jî ev e ku dibêjin xelkên Tirkiyê ku Mistefa Kemal Ataturk ne Makedonî ye, eslê wî ji Meletiyê ye û ji eşîreke Turkman e.
Îcar de em ê jî temaşe bikin ka rêveçûna vê xirepişka Ataturkê kurê Mamo dê here û li kurê raweste.

Zeynelabidin Zinar

Nivîskar/lêkolîner

 

Têbinî: http://www.haberturk.com/gundem/haber/769536-ataturk-malatyali-iddiasinda-ikinci-perde

Back to top button