Astengiya di rêya serxwebûnê de
Ji rêvebirên PKKê Duran kalkan di hevpeyvînek ya xwe de behsa Kurdistana Başûr dike û dibêje “Kurdistan ji Hewlêrê nayê îdarekirin.“ Herweha gelek tiştên ku ne li ser rê dibêje.
Piraniya caran daxuyaniyên ecêb û xerîb ne hêjayê nirxandinekiye. Lê dema Kalkan dibêje gelek kes mecbûrên wê ratst qebûl bike. Ji bo vê jî pêwiste çewtî û valehiya van daxûyaniyan bê gotin.
Mejiyê Kalkan kifşe, dibêje li Başûr Soran hene, Behdînî hene, ziman û kemaniyên netewî û olî hene ji bo wê bila demokrasî çêbibe, Başûr ji newendekî nabe bîte rêvebirin. kalkan dibêje divê demokrasi li Başûr bê avakirin.
Kalakn behsa çi cureyê demokrasiyê dike ew bi xwe jî nizane. Dema mejiyên Kemalist têkdiçin û dikevin panîkê de van gotinên çewt dibêjin û serê xelkê tevlî hev dikin.
Ew demokrasiya Kalkan dibêje li tu deverekî li cîhanê tuneye û nehatiye behsa kirin jî.
Mejiyê Kalkan Kurdistana bakur pirsa kurd anibê çi qonaxê zelal e. Li Rojavayê Kurdistanê encama vê zanebûn û îdeolojiya ku Kalkan behsê dike xûyaye ku çi encam derxistine holê.
Rewşa Kurdistana Başûr ber bi dewletbûnî ve diçe. Hêdî xaka Kurdistana azad sinorên xwe bi xwîna pêşmergeyan kifş kiriye.
Ji bo parastina vê xakê û herweha ji bo statûya Kurdistana Başûr li cîhanê nirxandinên berfireh hene.
Niha zeminek peyda bûye ku di pêşerojek ne di gelek dirêj de dewletek Kurdistanî bê ragihandin. Di bingehê xwe de tişta ku Kalkan û zihniyeta temsil dike kirî di nava panîkê de ev e.
Li Başûrê Kurdistanê ji bo şeklê îdareya welat gotubêj hene, di derbarê cureyê serokatiya herêmê de dayîn stan di nava partiyên siyasî de hene.
Partiyên siyasî ji bo awayê îdarekirina Kurdistanê projeyên xwe pêşkêş dikin û minaqeşe dikin.
Partiyên siyasê li Başûr destûrê gotubêj dikin. Bê guman her partiyek xwedîyê dîtinên cudaye. Lê di dawiyê de biryar ji parlementoya Kurdistanê derdikeve.
Îro cardin di herêmê de bi vî halê xwe kurd bûne mînakek ya demokrasiyê. Kurd bibin dewletek serbixwe dê ew jî li gora normên demokrasiya cihanî û mercên welatên xwe demokrasiya xwe ava bikin.
Di bingehê xwe de Kalkan û zihniyeta ku temsil dike, dixwaze bi hemî awayê rêya berbi serxwebûnê ve diçe bigrin û bibe asteng. Lê têrê nake…
15.4.2015
Dara Bilek
195