Assange serbest hate berdan
Hate diyar kirin kı avakarê malperê WikiLeaksê Julian Assenge bi kefaletê serbest hate berdan.
Di runiştina serbest berdana Assangeyê de dayika avakarê Wikileaksê Christine Assengê jî beşdar bû.
Julian Assenge ji aliyê parêzerên Mark Stephens û Geoffrey Robertson ve tê parastin. Li ber dadgehê jî bi sedan rojnamevan û xwepêşandar hene.
Li ser navê xwepêşandaran Sharon Wood î ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û got : Hêvîdarim ku Assenge di demekî kin de serbest bê berdan. Tirsa me ew e ku dadgeh Assangeyê radestî DYA’yê bike.
Avakarê WikiLeaksê ji ber belgeyên ku hatine weşandin nayê darizandin. Dewleta Swêdê ji ber tecawuzkirinê tawanbarê Assengeyê dikin û ji dadgehên Îngîlizê daxwaza radestkirina Assangeyê dikin.
Ji bo serbest berdana Assangeyê ,derhênerê film yê Emerîkayê Michael Moore, ji sosyeteyên Îngîlîzê Jemima Khan, rojnamevan John Pilger, derhênerê film yê Ken Loach û gelek kesên navdar ji bo Assangeyê kefîl bûn.
Di vê navberê de çapemeniya Îngîliz diyar kirin ku dadgerê dadgehê ji rojnamevan re destûra belavkirina bûyerên runiştinê daye.