Polîtîk
Asmanê Kurdistanê dê firokeyên pêşandanê bifirin
Li çarçêweya çalakiyekên Hewlêr wekî paytexta geştiyariya welatên Erebî, li meha Adarê da dû nimayîş û pêşandanên firokevanî li rêya 3 firokeyên taybet yê Swêdî ve têne encamdan
Hemze Hamîd Birêveberê Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, pêşandanê firokeyan li roja 11 û 20 ê adarê dibê û hemû runiştvan û mîhvanên bajarê Hewlêrê pêşandanê dibînin û ji bo hemûyane.
Her wiha got: Pêşandan li rêya 3 firokeyên Swêdî ve dibê ku taybetin bi encamdana wê karê û yek ji wan firokeyan qebareya wê gelek mezine.
Her wiha ragihand: Ew tîma ku wê nimayîşê encam didin ku Swêdîne li ser asta welatên cîhanî hatine nasîn.