Kultur

Aslîka Qadir: “Welatê me Kurdistane”

Dîva ya hûnera Kurdistanî Aslîka Qadir ji bo danasîna kîtêba xwe li Stockholmê bû.
Bi organîzasyona Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê/Swêd û Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê gotubêjeke germ bi rêve çû.

Bername bi pêşgotina Temûrê Xelîl destpêkir. Alî Kut û Rohat Alakom gotubêjê bi rêvebirin.
Aslîk, bîranên xwe û kîtêba xwe bi çand û derûnnasîya Kurdên Qafqasya/Ermenîstanê ji beşdaran re bi Kurdîyeke pak û asteke bilind de şîrove kir. Bername bi pirs û nêrînên beşdaran û strana sembolîk ya
Welatê me Kurdistane bi dawî hat.

Jîndar Ax / Stockholm

Back to top button