Aşiti ne di lûleyan çekan de ye
Dawîya meha Hezîranê li Erbîlê, ez bi fermandarê PKK Nizamettin Taş re sohbet dikim.
Nîzamettin Taş ku qoda wî Botan e, di êrîşa sala 1984’an ya Erûhê de, ji 32 PKKîyan yek bû. Di sala 2003’an de, piştî herba Iraqê, bi biryara Öcalan ve, tevî hinek hevalên xwe, ji rêvebirîya PKK hatin dûrxistin. Sedama wî jî, ji ber ku, sîyaseta bê çek diparzandin. Yek ji encama vê tasfîye yê jî, piştî ku, Apo di sala 1999’an de hate girtin, agirbestîya yek alî, di 1 Hezîranê sala 2004’an de bi dawî bû. Ev dîrokek qrîtîk e.
Ez niha qala vê mijarê nakim.
Xalek girîng ya din eve: Di dema sohbeta me ya Erbîlê, Botan Cemil Bayık û Mustafa Karasu îma kir û got; Divê bal li fermandarên li çîya bin. Çimkî çareserîya ku, ew naxwazin bi şiklek hêsanî karin boyqot bikin. Hêza wan jî heye.
Êrîşa Sîlvanê û Manşeta rojnameya Sabah’ê ya roja şemî, gotinên Botan anî bîra min.
Manşeta Sabahê Wisa Bû:
“Derket holê ku, êrîşa Dîyarbekir, ji alîyê PKK ya kur anjî koma Enqereyê ve hatîye lidarxistin. Rêberê wî komê, Cemîl Bayık û Mustafa Karusu talîmat wisa dane ku, ‘agirek wisa pêxin, bila şopa vê agirê tu carî ji holê ra nebe’. Di rojnameyê de, tê destnîşan kirin ku, armanaca Koma Enqereyê ya di na PKK’ê de, daxweyana Abdullah Öcalan ya 8 Tirmehê de, gotibû biryara agirbestê wê berdewam bike, Hikma 15’yê Tirbehê nema ye, wala bikin. Ev êrîş, berya 15’yê tirmehê pêk anîn.
Xebera Sabahê wisa bû.
Gelo rastî wisa ye?
Digel Öclan e?
Kandîl du serîye?
Kevok û Baz in?
An jî, Enqere dixwaze ku, ev niqaşa di nav PKK’ê de zêde bike. Ev jî encama tevgera psîkolojîk e.
Ez nizanim…
Di vê mijarê de, Kandîl jî di nav de, min ji gelek kesan, gelek tişt bihîst. Lê belê, ez nikarim bibêjim ku, ev wisa ye, anjî wisa nîne. Çimkî ez nizanim destê kî di ciba kî da ye.
Lê dîsa jî mimkûne, mîroj qala hinek tişte bike.
Di nav PKK de, mutlaka hêlîn cûda, ramanên cûda henin. Di derbarê tekoşîna çekdarî de, cûdatî heye. di derbarê têkilîyên bi Öcalan re cûdatî heye.
Lê êrîşa Sîlvan û îlankirina Xweserîya Demokratîk ya ku li Diyarbekir hate îlan kirin, pisên din tîne hêş.
Heke li vê welatê, pêvajoya aştîyê destpê bike, ev her dû bûyer jî, aştîyê tengasî dikin. Dijwar dikin.
Dixawzin çi bikin?
Zêdetir xwîn û hêstrên çavan dixawizin? Gelo PKK polîtîkayek nû tercîh dike?
Di vê mijarê de, Orah Miroğlu duh di rojnameya Tarafê de nivisek acêb nivîsî bû, tespîtê ecêb girtibû dest.
Orhan Miroğlu digot: Van bûyeran pirsgirêka Kurd kiriye weqetina rê. Êrîşa Sîlvanê, despêkirina stratejîya nû ye. Ew roj îlan kirina, xwserîya demokratîk jî, wê paradîgmayek çawa were meşandin nîşan dide.(xeberênkurdî)